Weşana Agiri (Agir î) weşanek çandî, civakî û siyasiye ji bo ragehandin û pêşvebirina ragehandina Kurdî li hemû beşên Kurdistanê.
Agirî hewl dide nûçe û bûyerên siyasî, abûrî, civakî, rewşenbîrî, werzişî, zanistî û yên cur bi curên pêwendîdar bi Kurdistan û civaka Kurdan bi awayekê pîşeyîyane veguhêze.
Agirî bi gor şiyana xwe wê nûçe, babet û bûyerên Kurdistanê, Iranê, parçeyên dinên Kurdistanê, Kurdên ku li her cihekê cîhanê bin, rojhilata navîn û sertaserê (hemû) cîhanê bi zimanên:Kurdî belav dike
Agirî giraniya bingehîn bi bûyerên Rojhelata Kurdistanê dide, daku hewelatiyên Kurd bizanin di wê beşa Kurdistanê û Kurdên ku li Iranê dijïn çi derbas dibe, herwisa daku agahdarî nûçeyên Iranê ji bibin, çunki diber ku rastiya Kurdistanê ewa ku Rojhelata Kurdistanê beşek li Iranê ye, bûyer û helwêst û pêşhatek di Iranê de, baş yan jî xirab, bandorê li ser Rojhelata Kurdistanû beşên dine Kurdistanê wê bibe.
Nûçe û bûyer
Agirî giringiyê dide hewal û çalakiyên Civaka Kurdan li diyasporayê, li her cîheke wê cîhanê bin, çimkû agadariya hevwelatiyên Kurdistanê li Civaka Kurdan, serkewtin û pêşveçonên wana bandorek erênî li ser pêşveçona civakiye xelkê Kurdistanê xasmayî genc û lawan wê dabinê.ên parçeyên dinên Kurdistanê li (Turkiye, Îraq, Sûrîye), bo hevwelatîyên Kurd li Rojhelata Kurdistanê û nav xweye Îranê gelek girîngin, çimkû agahdar bûn li rewşa Kurdan bi gişt û perçên dine Kurdistanê xasmayî alîkarê pêşkevtina seha netewî û hevbendiya civakiya Kurdan dibe û bandora rasterast li ser niha û paşeroja (ayindeya) Kurdan li Iranê heye û berovajîyê wê jî rast e.
Kurdistan dikeve nav devera Rojhelata Navîn de û têkilîyên siyasî, abûrî û nêzîkbûneka keltûrî û olî, wan bi hev re girê dide, her ji ber ewê çendê her bûyer û pêşhateka siyasî û abûrî li welatên evê deverê, bandorê li ser herêmê û parçeyên dinên Kurdistanê didane. Ji ber wê çendê Agirî dê giringyê bide bûyerên wê herêmë û welatiyan ji nûçe û geşe kirina herêmî agahdar bike.
Agirî wek medyayeke elektronî, beşek ji weşanên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKI) ye û ji bo pêşveçûna demokrasiyê li Iranê û navxweye Kurdan û berceste kirina agahdarîya welatiyan li azadî û mafên mirov li Kurdistanê weşanê dike.