Arşîv

Hizra Neteweyî Di Gotara Melayê Cizîrî de (1570-1640z),

 

11Beşa 2

Cizîrî di pesindana Şerefxanê Azîzî de kûr û dûr çû, wiha jî hestên xwe yên kurdperweriyê nîşan dan û dida lavan ku Mîr di parastina Xwedê de be, hevdem ew dixiste asta şehinşahên payebilind, ku ji asta sultan û padîşahên Osmanî û Farisan bilindtir be û desthilata wî hemû herêmên Kurdistanê û derdora wê li xwe bigire, heta bi tevaya Iqlîmê Çarem, êdî bi hêviyên mezin û baweriyên xurt pesnê Mîr da û got:

Ey Şehinşahê Mu’ezzem Heq nigehdarê te bî

Sûreê (Inna Fetehna) dor û madarê te bî

Daîmen menzilgeha sûra te bit burca şeref

Tali’ê ferxende û bextê se’îd yarê te bî

Mahitaba dewletê yek pertewek şem’a te bit

Afitaba ref’etê berqek ji enwarê te bî

Lami’ê fetha ezel berqê ji ber tacê te dit

kewkeba se’da ebed necmek ji seyyarê te bî

Rayeta fethê ji nesra te ku her menşûri bû

Şehsiwarê ferri subhanî ‘elemdarê te bî

Ney tinê Tebrîz û Kurdistan li ber hukmê te bin

Sed wekî Şahê Xurasanê di ferwarê te bî

Ger çi der Iqlîmi Rabi’ hate textê seltenet

Padişahê hefti iqlîman selamkarê te bî

Çîmena sultaniyê yek lale yek baxê te bit

Gulşena xaqaniyê xarek ji gulzarê te bî

Şahi pur heybet didêrit lê bi sehmê zêde yî

Sa’eta xeflet xuyabî kûz di bin barê te bî

(652-656 العقد الجوهري)

Mîr Şerefxanê Azîzî dijraberiya dewleta Osmanî dikir, êdî dema Cizîrî pesnê wî dida, ev pesindan dihate wê wateyê ku Cizîrî piştgiriya Mîr Şerefxan dike û rûbirûyî desthilata Osmanî helwesteke wî ya serkêşiyê heye, ku ew jî helwesteke kurdperwerî bû, di demekê de ku baca kurdperweriyê giran û buha bû.

Di heman çarçoveyê de, helbesteke din jî heye, Cizîrî tê de pesnê Mîr Şerefxanê Azîzî dide û dixwaze Cizîr bibe paytext û navenda cîhanê û kesên din jî derbendê dîwana wî bin û kar û xizmetê jê re bikin. Dibêje:

Xani xanan lami’ê necma te her pur nûri bî

Keştiya bextê te ez bayê muxalif dûri bî

Ma Cizîrê şubhidarê texti heft iqlîmi bit

Hem bi hukm û seltenet Eskender û Fexfûri bî

Çendekî şêrîn puser derbendi dîwana te bin

Bendi şapûrê te bin ta Xusro û Şapûri bî

Ma te umrê Xudr û Nûh û mulki Zûl Qerneyn bitin

Gunbeda çerxê Mulemme’ her bi te me’mûri bî

Xassi teşrîfê te bin derya û derbendê Ecem

Da xelatên her seher sed zerkeş û mexmûri bî

(660-664 العقد الجوهري)

Li cihekî din bi heman wateyê dibêje:

Te Fireng û Erebistan û Mecer têki sitandin

Celewê xweş vegerîn hatiye newba Ecemê

(العقد الجوهري 687)

Hêviya Cizîrî ew bû ku hemû aliyên cîhanê, di bin desthilata Mîrê Cizîrê de bin. Ne tenê bacên Kurdistanê bêne destê Mîr, lê belê hemû welat pabendiyê bi dana bacê bikin. Cizîrî got:

Mihra te pur ebter kirîn           Xalan ji ber biskan derîn

Zulfa muslesel enberîn                         Çînçîn ji Çînê tête bac

Tenha ne Kurdistan didin         Şîraz û Yeng û Wan didin

Her yek li ser çehvan didin      Ji Espehan têtin xerac

(العقد الجوهري 179)

Di hezarê duyem ê zayînê de, bobelatên mezin hatin serê Kurd û Kurdistanê. Weke mînak, êrîşên Cengizxan (1162-1227) û neviyê wî Holako (1217-1265), herwiha êrîşên Tîmûrleng (1336-1405), Ku li ser destên van hêzan, Kurdan gelek sitem û zordarî dîtin. Gelek kuştin, xwînrijî û talanî hatin serê Kurd û Kurdistanê. Cizîrî behsa wan bobelatan dike, ku dîmenên wan di helbestên xwe de weke tabloyekê pêşandide, got:

Sef sef me dîn Hindî û Zeng     Cengîzi hat Teymûrileng

Xef wan reşandin dil xedeng  Teşbîhi tîrên Xan Şeref

(العقد الجوهري 352)

Cizîrî dixwaze nîşanê bi wê yekê bide ku dijminên Kurdan, xwedî hêzên mezin in, êdî pêwîstî bi wê yekê heye ku derbarê vê yekê, haydariyê bide xwêner û bîserên gotara xwe, lewma ew Rûm û Eceman weke sedema şer, pevçûn û fitneyê dibîne, dibêje:

Rûm û Ecem ji her teref            Ceng û suwaş e wan bi xef

Hindî û Zengî sef bi sef             Hatine ber liwayê zulf

(العقد الجوهري 347)

 

 


Please follow and like us:

Ji bo hevalên xwejî nivîsê parve bike