Arşîv

Rasan û piştîvanên wê

 

Kerîm Perwîzî,,,,,4

Roja Pêncşemiyê 1’ê Desambera 2016’an, li Enstîtuya Fransayê Bo Rojhilata Nêzîk civînek bi rê ve çû, ku tê de “Pro. Stêfan Lakirwa” ew civîn bi rê ve bir, û tê de bas ji siyasetên stratejî û bingehîn ên Erebistanê, û herweha stratejiya wî welatî di herêmê de kir.

Di vê civînê de “Pro. Stêfan Lakirwa” lêkoler û akademîk bi awayekî zanistî û hûr, dest xiste ser wan xalên girîng ên siyasetê, û dariştina deshilatê di Erebistanê de, û bo min ew civîn, girîng û cihê lêhûrbûn, ponijîn û hînbûnê bû.

Di wir de ez naxwazim ku herim ser hûrgiliyên basên vî profesorî, û gotinên wî ducarî bikim, lê armanc ji xaleke vê civînê bû ku hewcehî bi sekinîn û ji hûrbûnê heye.

Di basên “Pro. Stêfan Lakirwa” de hatibû ku siyaseta stratejîk ya Erebistanê li ser bingeha hevpeymaniya digel Amerîkayê hatiye darêtin, û em yek ji çar stûnên sereke ên siyaset û deshilatdariya wî welatî pêk tînin, lê piştî hatina ser kar ya îdareya Obama û vekişiyana hêzên Amerîka ji Îraqê û kêmkirina vê hêzê di navçeyê de, Erebistanê pêdeçûn bi siyasetên xwe de kir, û biryar da ku bixwe rasterast, li dijî metirsiyên li ser vî welatî, bisekine, û hewla hevalbendiyeke din da.

Heya vir tiştekî asayî tê berçav, lê hekî tu li vê behsê hûr bibî, hinek tiştên bingehîn tê de hene.

Yekem xala girîng ew e ku stratejiya deshilatdariya Erebistanê li ser bingeha hevpeymaniya digel Amerîkayê hatiye darêtin, û yekem hevpeymanê navçeyî ê Amerîkayê Erebistan bû.

Eva di demekê de ye ku deshilata Erebistanê, di gel hinek xelkê di nav Erebistanê de berbirû ye, ku Amerîkayê bi çavkaniya xirapiyan di cîhanê de nas dikin!.

Lê berjewendiya welatê Erebistanê û stratejiya wî welatî girêdayî ye bi tiştekê ku digel îdeolojiya xelkê yek nagre. Lê di nav neteweya Kurd de, hin kes û hin pêvajo, siyaset û dehsilatdarî û heya bizava rizgarîxwaziyê jî, bi îdeolojiyeke gellek dugm ve girê didin, û ser vê baweriyê ne ku hekî tu kêmekê jî, ji xetên nav pirtûkên dused salên berî niha dûr bikevî, eva tu nêzî dergehê dojehê dibî!.

Xaleke din a girîng eva ye ku welatekî wekî Erebistanê, bi dahata salane ya neteweyî, aliyê kêm 180 milyard Dolar, û aliyê zor 360 milyard Dolar, û dahata dehan milyardî ya pîşesazî û Heca Umre, û …hwd, û herwisa bi serdankirina salê dehan milyon Misilmanî, ji tewahiya cîhanê, dema ku guherînkarî di siyaseta cîhanî û herêmî de pêk tê, li pey hevalbendên nû digere, û hest bi vê pêwîstiyê dike, ku dibe berjewendiyên xwe bi riyeke din ve dabîn bike.

Lê di nava Kurd û bi taybetî Kurdên Rojhilat de, peyda dibin kesên ku dibêjin “Rasan” a Rojhilat, dibe tenê li ser milên beşek ji Kurdên Rojhilat bi rê ve here, û nabe tu li pey çi piştevan û hevpeymanekî de bigerî, û dibe hekî bas kirin ku Kurd pêwendî bi filan cihî ve heye, yan “Rasan” li gor dilê filan cihî ye, dibe her zû helwestê li dijî hemû cîhanê bigrî, da ku biselmînî ku “Rasan” serbixwe ye!

Rasan a Rojhilat îradeya gelê Kurd e, bo şerê li dijî stemkar û serberedayiya zal bi ser Kurdistanê de, û bona vegeşîn û bihêzkirina “Rasan”ê, pêwîstî bi vedîtina dostên zêdetir e, ne eva ku hemû aliyekî bikî dijmin.

 


Please follow and like us:

Ji bo hevalên xwejî nivîsê parve bike