Arşîv

Civînên çar qolî bûne du qolî

 Azad Kurdî,fefa398dd3b1fb3c6341 images

Mêjsal bûn ku her çar dewletên ku Kurdistan di navbera wan de hatiye parvekirin, dema bêhnek ji pêşveçûna pirsa kurd li parçeyeke Kurdistanê dihat, li hev diciviyan. Armanca dewletên Tehran, Enqere, Şam û Bexda çareserkirina pirsa kurd nebûye û herdem hewl dane û didin pirsa kurd weke pirsgirêkek navxweyî nîşan bidin ! û ji asta pirseke neteweyeke mafxwaz derxin û jê re astengan derxin.

 

Ev çend sal in ku guhertinên mezin di Rojhilata Navîn de pêk hatine. Rêjîma Îranê di berdewamiya destwerdanên xwe yên berdewam di nav kar û barên dewletên herêmê de û parastin û xurtkirina Hîlala Şîe û dijberîkirin ligel rikeberên xwe li deverê, dewletên Sûriye û Iraq bi tevahî xistiye bin desthilat û kontrola xwe. Hema mirov dikare bibêje li dêlva civînên çar qolî yên dagirkerên Kurdistanê, niha civînên du qolî rêve diçin. Turkiye û Îran jî bi nûneratiya xwe û Iraq û Sûriyê.

 

Nakokî û dijhevî û bi awayekî din rikeberiyên Îran û Turkiyê di vê navberê de zêdetir balkêş in. Di pêvajoya dîroka çend sed salên borî de, qet wan du welatan rojên aram û rihet weke cîran derbas nekirine. Şer û aloziyên navbera her du Împratoriyan nav û dengeke cîhanî jî heye. Ev pêvajo heta niha jî dom dike. Bi qasê xal û berjewendiyên hevbeş, wan du dewletan nakokiyên hevbeş jî hene.

 

Ewlekarî û pirsa kurd xal û berjewendiya hevbeş

 

Piştî şerê Xelîcê di destpêka dehsalên 90an û pêkhatina Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Kurdistana Başûr û dû re hiloşîna rejîma Bees a Iraqê li sala 2003an, êdî pirsa kurd li vê parçeyê Kurdistanê derbasî qonaxeke girîng bû û Hikûmeta Federal a Kurdî bû rastiyek û çarçoveyeke navdewletî bi xwe ve girt. Ji sala 2011an şûn de ku şoreşa gelên Sûriyê dest pê kiriye, êdî ew dewlet bi piştîvaniya Îran û Rûsiya tenê hewl parastina desthilata xwe ya dîktator dide û êdî nikare rolê xwe yê herêmî yê berê bilîze. Rejîma Îranê jî her du welat bi tevahî xistine bi rikêfa xwe û destên rejîmê bo destwerdan li kar û barên welatên herêmê valatir kiriye. Niha Îran bi hêsanî hemû biryarên girîng û çarenûsaz li ser wan welatan dide. Hema mirov dikare bêje nûneratiya wan du welatan dike li civînên ligel Turkiyê li ser pirsa kurd û pirsên herêmî.

 

Piştî destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyê, nakokî û dijheviyên Îran û Turkiyê gihîştin asteke bilind. Hin car helwêstên tund li dijî destwerdanên hev li Sûriyê û herêmê girtin û digirin. Lê hat û çûn û serdanên bi nav dîplomatîk ên navbera her du welatan her hebûne.  Çavdêrên siyasî hergav weke lêgereke siyasî dinêrin peywendiyên navbera her du welatan bi hebûna nakokî, dijheviyên siyasî û stratêjîk. Ji dema ku pirsa kurd bû faktereke navdewletî, êdî ev yek bû rastiyeke dîrokî ku heta pirsa kurd li wan 4 welatan çareser nebe, ew 4 welat û Rojhilata Navîn ewlehîyê bi xwe ve nabînin.

Ji xeynî hinek berjewendiyên stratêjîk yên Turkiyê bo Îranê ku derwazeyeke baş e bona gihîştin bi bazarên Ewropa, hevkariyên ewlekariyê di navbera her du welatan û heta her 4 welatan gotina yekem kiriye û dike. Dehan û sedan nimûneyên vê yekê hene ku li ser pirsa ewlekariyê ew welat serbarê nakokî û dijheviyan, li hev dikin. Lê xala herî girîng di peywendiyên her du welatan, pirsa Kurd û pêşîgirtin ji pêşveçûna vê pirsê ye.

Di çend roj û hefteyên din jî çendîn serdanên fermû û ne aşkera di navbera Turkiye û Îranê bi nûneratiay xwe û Iraq û Sûriyê pêk hatin. Êdî wan ne veşartin ku pirsa kurd li herêmê mijara sereke ya civînên du qolî bûye. Deng û basên egerên ragehandina dewleta serbixwe ya kurdî li Başûr nigraniyên Tehranê û Enqere zêdetir kirine. Îran bi eşkere dibêje ku bi hemû awayî pirsa pêkhatina dewleta serbixwe ya Kurdistanê hêla sor dibîne û dê bi hemû awayî dijberiya wê bike.

Bê guman pîlanên nû yên wan du welatan hene bo kurdan û bi taybet li hember serxwebûna Kurdistanê, lê ev serdem derbas bûye ku ew bikarin pîlanên xwe li ser kurdan bimeşînin, êdî serdem ne serdema berê ye.

 

 


Please follow and like us:

Ji bo hevalên xwejî nivîsê parve bike