Arşîv

PDKÎ bo vegerandina yekcarî ya xaka Kurdistanê şehîd da

3-3

3-2

3-1
Elborz Rû’înten
Di sala borî de, PDKÎ saleke dijwar bi rê kir. Renge biprsin ku kîjan sala vê hizbê bi dijwarî derbaz nebûye, bê guman rast e ku eva jî vedigere ser hestkirina bi berpirsayteiya li hemberî vê erkê ku li ser milê vê hizbê hatiye danîn.

Dema ku xwe di hemberî gel û nîştiman de berpirsyar dizanî, bê guman gellek qurbanî û fîdakarî pêwîst e, ku dîroka PDKÎ pirr e ji vê qurbandanê. Heya hinek caran dibêjin ku her PDKÎ ye ku dikare vê hemî azarê bibîne, û her berdewam û pêdagirtir be, li ser xebatê, û pêngavên bihêztir bo pêşerojê hilgire.

Mînaka vê fîdakariyê şehîdbûna Resûl Mihemedzade, kadrê xwedî vec, ê PDKÎ ye, ku li bereyên şer ê li Mûsilê bo hertim navê xwe di nava dilê gel û welat de tomar kir. Jidestdayîna xortekî din, ê mekteba Demokrat bo gel û nîştiman derdixe ku, vê partiyê hertim berjewendiyên neteweyî û Kurdistanî berî her tiştî daniye.

PDKÎ bi dirêjahiya temenê xwe, ew siyaset peyrew kiriye, lê renge kêmtir xwendin jê re hatibe kirin. Bona derketina vê mijarê, destpêkê dibe ji siyaseta hizbê di hemberî Başûra Kurdistanê em hûr bin, ku ew partiya tevî hemû şiyanên xwe, û hebûna gellek êş û azaran, û dijberî û pilanên bê hejmar û gemar ên dijmin, cuda ji berjewndî û piştevaniya eşkere û veşartî ya ji hikmeta Herêm li Başûr, armanceke wê ya din nebûye. Ew piştevaniya xwe di sê qonaxên pêş raperîn, û dema raperînê û piştî raperînê de dibîne, û her carê û bi awayekî Kurdistanîbûna xwe selimandiye.

Hertim fakterek bûye, bo lihevnêzîkkirina hizb û aliyên Başûr, ji ber ku dostatiya hemiyan kiriye, û rêz ji nawendên wekî hikûmet û parlemanê girtiye. Tu demekê di demên herî dijwar de jî, hawara xwe bo dijminê Kurd li dijî Kurd nebiriye, û heya bo vê siyasetê jî, gellek qurbanî daye. Ew binemayên exlaqî ên hizbê, lewra giring in, û dibe bi hemû awayekî bi hezaran carî bêne gotin, û bibin sermeşqa siyaseta aliyên din jî, jiber ku beşek ji bêbextiyên gelê Kurd vedigere ser nebûna siyaseteke Kurdistanî. Lewra jî ku em dibînin hizbek bi vî awayî berçav digre, dibe wekî xaleke bihêz û erênî ya vê hizbê çav lê bê kirin, dema ku şehîd Resûl Mihemedzade, digel beşa endaziyariya pûçkirina mîn û teqemeniyên DAÎŞ’ê li bereyên herî pêş ên operasiyoneke girîng ya wekî şerê DAÎŞ’ê di dema pûçkirina minê de, ku girîngtirîn taktîka DAÎŞ’ê ye, bo şehîdkirina pêşmerge, erka xwe bo parastina bi hezaran pêşmerge encam dide, û di vê riyê de şehîd bû, ku kesên wekî me nedizanîn, ku ew berpirsê fêrgeha komîsyona Perwerdehiya PDKÎ ye, û ew û kadrên vê hizbê, mijûlî karekî nîştimanî ne.

Hekî li gora siyaseteke teng ya hizbî û jixwehezkirin ba, eva dibe PDKÎ meztirîn propagende bi karekî wisa kiriba, lê vegeriyana bo binemayên nîştimanî wisa kirin ku heya dema şehîdbûyîna vî kadrê kêrhatî, em agehdarî vê erkê nebin. Wate hizb, tenê bo parastina nîştimana Kurd û Kudristan karekî bi vî rengî kiriye. Ji aliyekî din ve şehîd bûna di pêxema xaka nîştiman di mekteba Demokrat de sînoran nas nake, û li her cihekî ku hewce bi hizbê û xortên wê hebe, bê çavnihêrîkirina ji deskewteke hizbî, amade ye ku ew erka ku dikeve ser milên wê, encam bide. Îca ew erk bergirîkirin be di hemberî hêzên terorîstî ên Komara Îslamî yan DAÎŞ’ekê, ku di siyasetên xwe de, rûyeke din a Komara Îslamî ya Îranê be di herêmê de. Ew çende bo her çar perçeyên Kurdistanê, siyaseteke neguher ya hizbê ye, di demekê de ku serbarê hebûna têbîniyan li ser siyaseta aliyekî, lê ji bo yekxistin û derxistina rêjeya Kurd di hilbijartinên Bakura Kurdistanê, di kongireyeke rojnamevanî de, piştevaniya xwe bo HDP radigehîne, di her kom û civînekê de pêdagiriyê li ser yekîtî û yekgirtina di navbera aliyên siyasî ên Rojava, bi armanca gihîştina bi mafên xwe di vê parçeyê de dike.

Serêşe nebûn bo tu Kurdekî û heya xwînrijandin bo parastina pêşmerge û deskewt bo berhemên nîştimanî wisa kiriye ku ne bi gotar, belku di piratîkê de jî, mînakeke baş e bo siyasetên Kurdistanî ên PDKÎ di herêmê de, ku nîşan dide, ku hebûna hêzeke wisa karîgeriya erênî heye bo hemû Kurdistanê.

Biyaveke din ya vê siyasetê vedigere bo têza piştevaniya Kurd, di hemberî dewletên dagîrkar û dijminê Kurd. Helandina berjewendiya hizbê bo berjewendiya Kurd wisa dike, ku bikare siyaseteke bi vî rengî berçav bigre. Hekî bê û ew biyav wekî beşek ji siyaseta hemû aliyan be, eva pêngavên girîng dibe, bo Kurd û Kudristanê.

Di dawiyê de çîroka şehîd Resûl ku mamostayekî fêrgeha PDKÎ bû, bo pêgehandina lawên welatparêz, di çarçoveya mekteba demokrat, eva bixwe waneya herî mezin e bo vê ku çawa em bikarin xizmeta Kurdistanê bikin, û çawa em xwe pê bigehînin, û ya ku me bi dest xistiye, çawa di xizmeta şoreşê de bi kar bînin. Xortekî bajarê Seqizê di destpêka pêşmergatiyê de dibe pêşmergeyeke hizbê, û pileyên pêşmergatiyê û kadriyê wekî yekem derbaz dike, û piştre li zankoya Selahedîn, beşa Dîrokê bi dawî tîne, û cardin vedigere nava refên şoreş û tekoşînê, û piştre mamostatiya fêrgehê dike û gellek ciwanan pê digehîne, û bi sedema kêrhatîbûna di beşeke hestiyar ya şer, wate pûçkirina mayînan di operasiyona diyarîkirina yekcarî ya sînorê Kurdistanê pêşmerge diparêze, û jiyana xwe fîdayê Kurd û Kurdistanê dike, lewra ez vê çîrokê bi rengvedaneke din ya siyaseteke Kurdistanî ya PDKÎ dizanim.


Please follow and like us:

Ji bo hevalên xwejî nivîsê parve bike