Arşîv

Termê şehîd Resûl Mihemedzade di cimata şehîdan a PDKÎ de bi axê hate spartin

2Pêşnîvroya roja Pêncşemiyê 6’ê Xezelwerê 1395’an ya Rojî, termê şehîd Resûl Mihemedzade berpirsê fêrgeha Komîsyona Perwerde ya PDKÎ bi beşdariya Mistefa Hicrî sekreterê giştî û endamên rêberî û kadr û pêşmergeyên PDKÎ û komek berçav ji partî û alî û kesayetiyên siyasî ên mêhvan, piştî rêje û “san” a leşkerî bona rêzgirtin ji xebat û tekoşîn û pîşwazî ji termê şehîd Resûl Mihemedzade di cimata Şehîdan a vê partiyê de bi axê hate spartin.

Piştre Hesen Şerefî cihgirê sekreterê giştî ê PDKÎ bi nûnertiya ji aliyê Deftera Siyasî ya PDKÎ çend gotinek pêşkêş kiorin.

Hesen Şerefî destpêkê de, bixêrhatina hemû hizb û aliyên siyasî û kesayetî û mêhvanên beşdar di vê rêûresmê de kir û bas ji vê kir: “Şehîd Resûl Mihemedzade di PDKÎ de perwerde bibû, lewra wisa kurek welatparêz û neteweyî bû, û li ser xaka beşeke din ji Kurdistanê bo xizmet bi gel û nîştimana xwe şehîd bû, û selimand ku xortekî emegdar û rasteqîne ê gelê xwe ye”.

Şerefî di beşeke din ya axivtina xwe de bas ji vê kir ku: “Herçend ku termê pîroz ê vî xebatkarê sadiq û rastgo, me bi axê spart, lê em malbata Demokrat, emê dirêjîderê riya Şehîd Resûl Mihemedzade û hemû şehîdên Kurdistanê bibin”.

Anavbirî di dawiyê de, spasiya hemû partî û aliyan û kesayetiyên beşdar div ê rêûresmê d ekir.

Piştre “Kinêre Mêhfer” hevjîna Şehîd Resûl Mihemedzade çend gotinek pêşkêş kirin.

Kinêre Mêhfer di axavtina xwe de, spasiya hemû endamên PDKÎ kir, ku di xema Şehîd Resûl Mihemedzade de beşdar bûn, û got: “Emê bi piştevaniya hevdu, emê armancên Şehîd Resûl Mihemedzade û hemû şehîdên Kurdistanê bi cih bînin, û herwisa bas ji vê kir, ku Şehîd Resûl Mihemedzade hertim digot, ez di her cihekî Kurdistanê xizmetê bikim, ji min re cihê şanaziyê ye, lewra bi şanazî ve, di vê riyê d eşehîd bû”.

Piştre Îbrahîm Çûkelî derheq kesayetiya Şehîd Resûl Mihemedzade û malbata wî, çend gotinek pêşkêş kir.

Şehîd Resûl Mihemedzade berpirsê fêrgeha Komîsyona Perwerdeya PDKÎ, di dema pûçkirina mînan, di piroseya rizgarkirina Mûsilê de, bi sedema teqîna mînê şehîd ket.


Please follow and like us:

Ji bo hevalên xwejî nivîsê parve bike