Arşîv

Gurriya agir,  û tenê  mana Îranê

1Konseya Ewlekariya NY bi tundî êrîşa li ser balyozxaneya Erebistanê mehkûm kir

 

Kurdistanmedia: Konseya Ewlekariya NY bi tundî êrîşa li ser balyozxaneya Erebistanê şermezar kir, û daxwaz ji her du aliyên nakok û neteba kir, ku bona aramkirina rewşê hewlê bidin.

 

Nûnerê Erebistanê li NY de dibêje ku pêwendiyên wan yên bi Îranê re tenê wê demê asayî dibin, ku Îran dev ji destêwerdana di nava karûbarên navxweyî ên welatên herêmê de berde.

 

Konseya Ewlekariya NY roja 4’ê Çileya Paşîn (14’ê Befranbarê) bi derkirina daxuyaniyekê bi tundî, êrîşa li ser balyozxaneya Erebistanê li Îranê de şermezar kir. Di vê daxuyaniyê de bi tu awayî îşare bi bidarvekirina Şêx Nemr nehatiye kirin, û daxwaz ji Îranê hatiye kirin ku dîplomatan û heyiyên wan (darayiya wan) û balyozxaneyan biparêze.

 

Di vê daxuyaniyê de hatiye ku: “Endamên Konseya Ewlekariya NY bi awayê herî tund êrîşa li ser balyozxaneya Si’ûdiyê li Îranê û konsolxaneya wî welatî li Meşhedê şermezar dikin”. Konseya Ewlekariya NY di vê daxuyaniyê de bas ji vê kiriye, ku vê êrîşê xisareke micid li pey xwe hebûye.

 

Piştî vê bûyerê Behrêynê jî hemû pêwendiyên dîplomatîk digel rejîma Îranê qut kirin,her di vê pêwendiyê de welatê Sûdanê jî ragehand ku balyozê rejîma Îranê di Sûdanê de derxistiye, û bi vê şêweyê pêwendiyên xwe jî qut kirine.

 

Welatê Kuvêtê jî di doma mehkûmkirina destêwerdana rejîma Îranê di kar û barên welatên navçeyê de û bi taybet jî welatên Îslamî 3 dîplomatên rejîma komara Îslamî a Îranê ji Kuvêtê derxistin.

 

Opozisyona Demokratik a Sûriyê jî piştevaniya vê biryara Erebistana Si’ûdî di warê qutkirina pêwendiyên xwe ligel rejîma Îranê dike, û destêwerdana rejîma Îranê di navçeyan de bi tundî rexne kir.

 

Alman û Firansa jî ev kiryara hêzên besîc yên rejîma Îranê mehkûm kirine. Duh Bankî Mon sekreterê Rêxistina  Neteweyên Yekgirtî di gotûbêjekê de, ev êrîşa li ser balyozxaneya Erebistana Si’ûdî di Îranê de mehkûm kiribû.

Erebistana Si’ûdî li ser vê kiryara ne demokratîk û ne dîplomatîk a rejîma Îranê, hawara xwe bo Konseya Ewlekariya NY re şandibû.

 


Please follow and like us:

Ji bo hevalên xwejî nivîsê parve bike