Arşîv

Pirsa madeyên hişber di Îranê de

5Îdrîs Stwet

Pirsa madeya hişber di Îranê de yek ji pirsên herî mezin û herî bi tirs di civaka Îranê de tê hesibandin û di heyama 10 salên derbazbûyî de 40 hezar kes bi sedema bikaranîna madeyên hişber canê xwe ji dest dane û bi aweyeke navincî her rojê 10 kes bi sedema bikaranîna madeyên hişber dimirin. Mixabin diyardeya bikaranîna medeyên hişber di Îranê de wisa lêhatiye ku di nava hemû texên civakê de bilav bûye û di vê warê de desthilatdarên rejîma Îranê jî nekarîn bêdeng bimînin û di heyama du mehên derbazbûyî de zaf amarên nû li beşa îdareya berberekanê tevî madeyên hişber li Îranê bilav bû ku di malperên ser bi komara Îslamî a Îranê jî de bilav bûn û ev amar vê rastiyê eşkere dikin ku roj tevî rojê bikaranîna madeyên hişber di civaka Îranê de zêde dibe û civaka Îranê her roj tevî mînakek nû ya madeyên hişber aşna dibin. Ev diyardeya han gefek herî mezine bo ser hemû pêkhateyên civaka Îranê.

 

Her di vê derheqê de Hebîbola Mes’udî Ferîd, cîgirê karûbarê civak û rêkxistina “Bêhzîstî” ragehand: “%60 ên arîşeyên civakî pêwendî bi madeyên hişber ve heye”.

 

Em hemû haydarê vêne ku berhemanîn û sen’etîkirin û bilavkirina madeyên hişber di Îranê de û di nav civaka cîhanê de jî girêdayî bi wezareta Îtlaat û Spaha Pasdaran a Îranê ve heye ku veguhestina madeyên hişber bi sedan tonî encam dide û veguhestina ev qasa herî zêde ên madeyên hişber bê beşdariya wan nemûmkine.

 

Desthilatdarên payebilind ên Îranê û bixasmanî Spaha Pasdaran, bi yek ji mafyayên herî mezin û herî bi tirs ên qaçaxa madeyên hişber di cîhanê de hatiye naskirin û Îran weke tiranzîta vegûhestina madeyên hişber bo welatên cîhanê û bixasmanî bo Ewropa hatiye naskirin û wek şebekeyên mafyayî bazirganiyê bi madeyên hişber dike û carnacar bo vê ku ruçikek baş li xwe nîşan bide û bo raya giştî ya cîhanê wa nîşan bide ku li bereya herî pêşê ye bo binbirkirin û jinavbirina vê madeyê, siyasetên xwe ên qirêj bikar tîne û carnacar hejmarek ji hurdefiroş û qaçaxçiyên derveyî çerxa mafyaya xwe û bo mifahwergirtin  ji siyasetên xwe, xelkê digirin û zîndanî dikin û heya li darve dikin û di vê navberê de jî bi armanca jinavbirina dijberên xwe, gelek caran çalakvanên siyasî bi tometa bazirganî kirin bi madeyên hişber digire û darve dikin.

 

komara Îslamî ya Îranê ku xwe nawendek sereke ye bo sen’etîkirina hemû cure madeyên hişber û bo malxirabkirina xelkê û bo veguhastin û anîn û birinê, hêsankarî kiriye û dike, ku niha ev made malxirabkere li hemî cihekî, heya di girtîgeh û kempên terk kirina îtiyadê jî de dest dikeve.

 

Li gor vekolînên kesên şareza di vê warê de, heyama bidesveanîna madeyên hişber di Îranê de 15 xole û ev made hoşberane jî ku di Îranê de tên sen’etîkirin, %80 saxtekarî (teqelubî) ye ku bêşik zirarên vî jî herî zaf in. Niha di Îranê de bikaranîna medeyên hişber di nava malan de hatiye veguhestin bo ser şeqaman û kolan û seyragehan û li nav mêran jî de hatiye vegûhestin bo jinan û zarokan, bixasmanî zarokên di bin temenê 10 sal de.

 

Li gor îdareya xebat bi dij maderên hişber di Îranê de ku li berwara 20.07.1394’an hat bilav kirin, ragehandin ku di navbera 13 mîlyon dersxwanan de 130 hezar dersxwan madeyên hişber bikar dihînin, lê serbarê hemû êş û janan, amara zarokên taze ji dayîkbûye ku mû’tadin. Berpirsê îdareya pêşgirtin û dermana kirina kesên bikarhênerên madeyên hişber li wezareta saxlemiyê ragehand: “Her sal 70 hezar zarok “Li wan dayîkên ku madeyên hişber bikartînên” ji dayîk dibin û niha di Îranê de qasa jinên ku maderên hişber bikar tînin gihiştiye %30.

 

Rêkxistina pizişkî ya Îranê ragehand ku di heyama 6 mahan de, 1477 kes bi sedema bikaranîna madeyên hişber canê xwe jidest dane ku 1310 kes ji wan mêr û 160 kes jî jin bû ne.

Bêşik ev amarên ku hatîne ragehandin rast nînin û amar zaf ji wê yekê  zêde ye. Ji ber ku rejîma komara Îslamî ya Îranê hertim bêdengî bi kar

ên xwe ên qirêj kiriye û niha jî dike.

 

Di kurdistanê jî de piştî hatine serkara rejîma komara Îslamî, mixabin ev rejîma Îslamî bi wan siyasetên çepel ên xwe beşeke zaf ji ciwanan Kurd tûşî madeyên hişber kirine. Vê rejîmê diyardeya madeyên hişber wek siyasetek darêtî û weke amzara tepeser kirinê, bi awayek sîstimatîk bi dijî gelê Kurd bikar aniye û heya niha jî dirêje heye û mixabin em niha dibînin ku beşek zaf ji ciwanên Kurd di Kuristanê de ev madeya malxirabker bi kar tînin û niha jî cûrên madeyên hişber wek Tiryak, Hiroyîn û Şîşe herî zêde bikar tê.

 

Desthilatdarên rejîma komara Îslamî, xwe hemû rêçareyan dizanin û haydara rewşa niha ya civakê ne û dikarin çareser bikin, lê ev rejîma zordar bo parastina desthilata xwe naxwaze vê diyardeyê di nav civakê de çareser bike û bo parastina desthilata xwe amadeye her karek bike.

 

Di destpêka hatineserkara rejîma komara Îsamî ya Îranê, teror kirin û perwerde kirina terorîstan, darvekirin, bilavkirina madeyên hişber, îşkence, nebûna perwerdeya baş, bêkarî, bêbernameyî, nebûna sergermî di nava civakê de û zêdebûna givaşên aborî bi ser civakê û bixasmanî bi civaka Kurdistanê, bereket û destkeftên malayan û desthilatdarên vê rejîmê bûye bo civaka Îranê û bixasmanî bo civaka Kurdistanê.

 

Heke ev nivîsandine û paragrafane bo zalim û karbidestên Îranê nûçeyek yan tîtrek be, bo civaka Îranê û bixasmanî bo civaka Kurdistanê, karesat, janek bi êş û derdek pir giran e.

 

 

 


Please follow and like us:

Ji bo hevalên xwejî nivîsê parve bike