Arşîv

Amîne Resûlî: ‘Rojên şehîdketina Dr. Qasimlo û Dr. Şerefkendî …….

06rojên herî nexweş ên jiyana min bûn ku, tu caran ji bîra min naçin”.

H: Jîla Mustecir

Herçiqas li dîroka Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê dinêrî, zêdetir eşkere dibe ku damezirandin û avabûna vê partiyê, weke hilhatina rojê di esmanê tarî yê wî çaxî a Kurd û Kurdistanê de bûye, esmanek ku betal bûye ji her hêvî û mafeke despêkî û mirovî û netewî, lê bi hilhatina vê roja bitîn, deqe bi deqe û demjimêr bi demjimêr û roj bi roj ogir û evîndarên rêbaza Demokratê di Kurdistanê de ber bi zêdebûnê ve çûn û, evîndariya Hizba Demokrat gehişte astekê ku pitir ji %97 ji xelkê Kurdistanê, gehiştina bi kiyana netewî û armancên mirovî ên xwe, di armancên pîroz ên PDKÎ de didîtin.

 

Amîne Resûlî jî keça yek ji wan malbatên nîştimanperwer e ku tevî tewahiya malbata xwe, hemû hêvî û armancên xwe di rêbaza pîroz ya PDKÎ de didîtin û di vê pêxemê de xebat û cangorîtiyên zêde afirandine.

 

Amîne Resûlî keça Omer, sala 1970’an(1349) li gundê “Eshab” a ser bi bajarê Mihabadê hatiye dinê.

Amîne Resûlî nasyariya xwe tevî PDKÎ weha tîne ziman û dibêje: “Nasyariya min û piraniya xelkê Kurdistana Rojhilat û bitaybet çîna weke me, vedigere bo despêka şoreşa gelên Îranê, dema ku rejîma paşatiyê herifî û PDKÎ xebata xwe ya eşkere ragehand û binke û baregeh di bajar û gundan de ava kirin, hevdem digel vê yekê piraniya xizm û kesûkar û malbata min pêşmeregên PDKÎ bûn, van du sedeman zemîneya nasyariya min tevî PDKÎ pêk anî û piştre min bername û peyrewa hundirîn ya Hizbê qebûl kir û, rêbaza PDKÎ hilbijart û di vê pêxemê de jî çendîn şehîd pêşkêşî baregehên azadiyê kirine”.

 

Amîne Resûlî derheq bi jiyana xwe ya hevpar dibêje ku: “Sala 1989’an (1368) min biryara avakirina jiyana hevpar tevî pêşmergeyê PDKÎ “Mistefa Menef” da û em bihevre zewicîn û, berhema jiyana me jî du kur bi navên Çiya û Çalak û keçek bi navê Çinar e”.

 

Amîne Resûlî piştî xebata bi salan di nava malbatên pêşmergên PDKÎ de, çavnihêriya xwe derheq bi PDKÎ û herveha hevjînê xwe yê pêşmerge weha dibêje: “Di heyamê jiyana di nava PDKÎ û herweha jiyana hevpar tevî hevjînê xwe, min pir zehmetî û asteng li ser rêya jiyana xwe dîtine, lê her weke berê ku me hemû zehmetiyek di rêbaza pîroz ya Demokratê de qebûl kirine, heya gehîştina bi armancên pîroz ên Hizbê jî, me tu çavnihêriyek jê nine, tenê daxwaza me ji PDKÎ ev e ku, bi domanina xebat û şoreşê nehêle ku gelê me li Kurdistana Rojhilat bêhêvî bibe û herweha, tenê çavnihêriyeke min ji hevjînê min ev e ku, heya roja dawiya jiyana min, şanaziya vê yekî ji min nesitîne ku malbata xwe ya mezin, wate PDKÎ bicih bihêlim”.

 

Amîne Resûlî roja herî xweş a jiyana xwe weha tîne ziman: “Mixabin di jiyana xwe ya siyasî de, min pir rojên zehmet derbaz kirin û eva jî rê nade min ku rojên xweş û bîreweriyên xweş bên ser rêya min, lê herdem bîrewerî û rojên herî xweş ên jiyana min ku şanaziyê pêve dikim û birînên min melhem dikin, eva bû ku min xwe di nava malbata mezin ye PDKÎ de dît”.

 

Herweha di hember de jî Amîne Resûlî rojên herî nexweş ên jiyana xwe weha tîne ziman: “Serbarê hemû rojên nexweş ên jiyana pêşmergatiyê, rojên şehîdketina Dr.Qasimlo û Dr.Şerefkendî rojên herî nexweş ên jiyana min bûn ku, tu caran ji bîra min naçin”.

 

Amîne Resûlî rû li jin û dayîk û keçên Kurdistanê dike û bi vê peyamê dawiyê bi hevpeyvîna xwe tîne: “Ez dixwazim bêjim wan ku, di rewşa aloz ya Rojhilata Navîn de, bi hemû hêz û şiyanên xwe, di warên madî û meinewî û hizrî de, hevkar û piştevanê xebata gelê me bi rêberiya PDKÎ bin, da ku biser keve”.


Please follow and like us:

Ji bo hevalên xwejî nivîsê parve bike