Arşîv

Amerîka, Îsraîl û Ban kîmon bi awayeke tund Erdoxan rexne kirin

erdoxanAmerîka, Îsraîl û sekretêrê giştî yê NY, bi awayeke tund rexne li serokwezîrê Turkiyê, Receb Teyîb Erdoxan girtin, ji ber ku Erdoxsan Sehyonîsm wek cînayeta bi dijî mirovatiyê hesibandibû.

Serokwezîrê Turkiyê di civîna yek ji nawendên rêkxirawa neteweyên yekbûy di Viyenê de gotibû “wek Sehyonîzm, dijatiya bi cihûyan re, û wek faşîzmê, em dikarin tirsa ji Îslamê jî wek cinayet bi dijî mrovatiyê bihesibînin.

Binyamîn Netanyaho serokwezîrê Îsraîlê, gotinên Erdoxan mehkûm kirin.

Cankêrî, wezîrê derveyî Amerîka,  gotinên serokwezîrê Turkiyê wek şaşiyek mezin hesiban.

Bankîmon sekretêrê  NY, gotinên serokwezîrê Turkiyê cihê nigeraniyê û bi zirar û sedemek ji bo serhildana nakokiyan da zanîn 


Please follow and like us:

Ji bo hevalên xwejî nivîsê parve bike