Arşîv

Mafê wekhev

 

Kerîm Perwîzî

1 ronakbîr û rojnamenivîs û mirovdost, kesek e ku di nav welatekî de di bin bandora hikûmeta Kemalîstan de mezin bûye, û heya çend sal berî niha siyaseta fermî a Tirkiyê, haşakirina ji xeyrî Turkan bû, û heya kurd weke Turkên çiyyîa dinasandin.

Lê di nava wî welatî de bi sedan kes rabûne, ku herçend bixwe Turk in, lê bo mafê wekhevî ya netewî û kêmnetewan xebat kirine, û di vê rêyê de jî îzayeke zaf kêşandine, û heya ji aliyê hikûmeta Kemalîstan ve hatine darvekirin, û yan jî bi destê girûpên nepenî wekî Ergenekonê hatine terorkirin, lê dîsan jî zaf kes hene bo mînak Îsmayîl Bêşikçî ku dibêje Kurd dibe serbixweyiya xwe ragehîne, û dewleta kurdî jî bê avakirin. Herwisa dibêje ez amade nînim ku seredana welatê Îranê bikim jiber ku wan Dr. Qasimlo teror kirine.

Ev helwesta mirovî ku ji baveriya kûr û ji dilê kesekî ve bo wekheviya mirovan û wekheviya neteweyan diherike, û li ser vê baveriyê ye ku heke dixwaze weke mirovekî jiyanê bike, û neteweya wî jî di nav netewên cîhanê de rêz û hurmet hebe, dibe bixwe jî hurmetê ji mirovên din bigire û netewa xwe serveyî neteweyên din nezane, û hurmeta neteweyên din jî bigire.

Di vê biyavê de li ser vê baveriyê ne, ku bo rizgariya netewa xwe ku neteweya serdest e, dibe hewl bo rizgariya neteweyên bindest bidin.

Lê di nav Îrana belalêdayî de kêm kes hene ku di nava neteweya desthilatdar de wisa hizir bikin!

Di Îranê de jî ev kesên ku dirûşma bişewq a demorasîxwaziyê hildigirin, dema ku digihîjne mafên neteweyên bindest û belengaz, ew qasî xwe tenê mafên hemwelatîbûna wekhev ji wna re bi rewa dibînin, wek vê ku mefên mirovan û neteweyan, xizîneya bab û bapîrê wan be, ku bi mîrat bo wan mabe, û bi serê sûjinê bi ser wan de parve dikin, û hekî bêjne Kurdan, yan Azerîzimanan, yan Beluçan, û yan jî Ereban ku em weke Fars xwediyê şahnişîna Hexamenişî! rê didine we, ku hûn jî wekî hemwelatiyên xwediyê mafên takekesî, di nava Îranê de jiyanê bikin, hindik xwe mezin dikin, û xwe wekî Hatemê tayî dihesibînin, ku xêreke mezin kiribin.

Ev dîtingeha şovînîstî ne tenê wekhevî bi dû re nahê, belkî neteweyên desthilatdar jî di îza û azarê de dihêle, û kerb û kînên zaftir di dilê neteweyên bindest de, di hemberî neteweya serdest de diafirîne,  ku rojek ji rojan, ew hêrs û kîn, wê weke girkanekê bi ser wan de biteqe.

 


Please follow and like us:

Ji bo hevalên xwejî nivîsê parve bike