Arşîv

DAÎŞ metirsî nîne li ser Komara Îslamî a Îranê

2Mistefa Hicrî

Di van rojên dawiyê de Îbrahîm Ce’iferî Wezîrê Karê Derve ê Îraqê li gora belgeyên Dezgeha Sîxoriyê ya vî welatî ragehand ku çendîn welat -ji wan Komara Îslamiya Îranê- bûne armanca êrîşên DAÎŞ’ê.

 

Piştî vê yekê, hinek ji berpirsyarên Komara Îslamiya Îranê raporên cur bi cur derheq piştrastkirina vê nûçeyê bvelav kirin.

 

Ebdulrezaq Fîlî  Wezîrê Navxwe yê welat di bernameyeke televîzyonî  di şeva 2ê Sermawezê  de, bas ji vedîtina çendîn bombeyan di rojhilata welat de kir, ku ji bo teqandinê hatibûn amadekirin, û roja Duşemiyê jî 28’ê Xezelwerê nûçegihaniya dewletî ya ‘ÎRNA’ ji zimanê Cihigirê ewlehiya navxweyî ya ser bi Wezareta Îtilaatê ve ragehand ku du tîmên terorîstî di aliyê rojhiulat û rojava ya welat de hatine tunekirin.

 

Nûçegihaniya Xwendekarên Îranê (ÎSNA) ji zimanê fermandarê giştî ê Spaha Pasdaran, tevî piştrastkirina piştevaniya ji DAÎŞ’ê li Îranê û jinavbiirna yek ji wan torên terorîstî, ragehand: “Torên din ên terorîstî jî di bin çavdêriya me de ne, û di dema xwe de emê berbirûyê wan jî bibin”.

 

Wî fermandarê Spaha Pasdaran herwisa ragehand ku: “Renge DAÎŞ bikare karên biçûk encam bide, lê nikare di Îranê de wekî welatên din ne aramiyê çêbike”.

 

Bêguman gellek nûçeyên bi vî rengî belav dibin, lê li ser bingeha van zanyariyên ku di destên me de ne,  ew nûçeya (gefxwarina DAÎŞ li dijî Îranê) nûçeyeke tewaw nerast û derev e, û Îran ne tenê niha ji hêla DAÎŞ ve neketiye ber gefê, belkû wekî carên berê rejîma Îranê û hevalbendên wê, di nav wê girûpa terorîstî de nifûza xwe ya herî zêde hene, û roleke mezin di van pîlanan de dilîzin, ku rejîma Îranê birêvebirina van pîlanan li dijî Kurdan û Erebên Sunî di herêmên li bin çavdêriya Îranê de, dide wan. Ku

wisa bû armanca Îranê ji vê yekê çi

ye? Komara Îslamiya Îranê di piropagendeyên xwe de wisa nîşan dide, ku di eniya li dijî DAÎŞ de şer dike, û li dijî vê girûpê ye, û ji bo selmandina vê dijminatiyê jî, beşdariya hinek ji efserên payebilind ên xwe li dijî DAÎŞ de wekî belge tîne, (helbet ku nûçeyên girêdayî bi kuştina van efseran tu pêwendiya wê bi DAÎŞ’ê re nîne, belkû çavkanîgirtî ji sedemeke din e, ku di cihê xwe emê qala wê bikin), mixabin ku heya niha gellek aliyan ew senaryoya rejîma Îranê bawer kirine).

 

Di van rojan de Amerîka û Rûsiye jî gihane vê encamê ku dibe şer di vî welatî de bidawî bihê ( herçend ku wisa dixuye ku li ser rol û pêgeha Beşar Esed cudahiya boçûnan hene) û bas ji hebûna hinek bernameyan dikin bona bidawîanîna bi şer, helbet bi alîkarya NY.

 

Di rewşeke bi vî rengî de, Îran dixwaze ku bi ragehandina vê nûçeyê ku li ber metirsiya DAÎŞ de ye, dixwaze ku xwe girantir nîşan bide, li cem lîstikvanên eslî û sereke ên ku çarenûsa Sûriyê diyarî dikin, û hewl dide ku di vê derheqê de zêdetir armancan bipêke, û qazanceke zêdetir bi dest bixe, da ku tola vê hemû xercê ku li Sûriyê de kirye veke.

 

Bona vê ku rejîma Îranê nîşan bide û îsbat bike ku DAÎŞ gfeke li ser rejîma Îranê jî, neçar e ku hinek nûçeyan bilav bike li derheq vê ku wan hinek torên terorîstî ên girêdaytî bi DAÎŞ’ê destbiser kirine,- her wekî ku me dît di van çend rojên derbazbûyî de karekî bi vî rengî kir- heya dûr nine ku hinek teqînan jî pêk bîne, û ew kesên ku dixwazin di navxwe ya Îranê de teror bikin, û berpirsatiya wê bixe stûyê DAÎŞ’ê.

 

-Xala girîng di vir de ew e ku herçend ku handana Rûsiyê ji aliyê Komara Îslamiya Îranê ve, bûye sedema destêwerdana micid di Sûriyê de, di berjewendiya Beşar Esed de, lê bi vê destêwerdanê, Rûsiye bedela Îranê bûye lîstikvanê sereke di nava hêzên herêmê de, ji bo diyarîkirina qedera Sûriyê, û Îran hêdî hêdî girîngiya xwe di vê piroseyê de ji dest dide, bitaybetî ku wisa dixûye ku Rûsiye gellek jî pê nexweş nine ku  di vî warî de bi Amerîkayê re lihev bike, û bi vî rengî hevalbendê xwe wate Îranê bike lahêzek (ehromek, zextek)  bona wergirtina poanên zêdetir, û Îranê jî hest bi vê tehlûkeyê kiriye, lewra bi hewce dizane ku rola xwe wekî aliyek ku li ber metirsiya DAÎŞ de ye, zêdetir nîşan bide.

 

Di rastî de Komara Îslamî ne eva ku nîgeranê vê be, ku ji aliyê DAÎŞ ve bikeve bin tehlûke û metirsiyê de,

belkû ew ji bidawîhatina şerê digel DAÎŞ û heya tunekirina DAÎŞ ditirse, DAÎŞ’ek ku her ji destpêka pêkhatina xwe de, gellek alîkarî ji destên Îranê wergirtin, û ew yek bû sedemek bingehîn bona hêzwegirtina vê rejîmê di herêmê de, bitaybetî di Îraq û Sûriyê de.

 

Bi bereketa avabûna vê saziyê Komara Îslamiya Îranê kariye ku hêzeke mezin bi navê “Heşda Şe’ibî” di Îraqê de ava bike, û roj bi roj vê bihêz bike, û armancên xwe ji riya wê ve bi dest bixe, û di Sûriyê de jî bi hezaran kes ji hêzên lşkerî û Spaha Pasdaran a xwe bi hêceta şerê digel DAÎŞ amade bike, û heya ragehandiye ku Sûriye ji bo wan ji parêzgeha Xûzistanê  ya Îranê girîngtir e, û niha jî wê wekî beşek ji welatê xwe dihesibîne.

 

Niha dûredîmena bidawîhatina şerê DAÎŞ û di encam de, guhertina di nav hevkêşeyên siyasî-leşkerî ên herêmê de eşkere bûye, û ji niha şûnda Îran hêza xwe, gelo wê bi kîjan hêcetî biparêze? Ew yek nîgeraniya herî mezin a Îranê ji van guherînkariyan e.

 

 

 

 


Please follow and like us:

Ji bo hevalên xwejî nivîsê parve bike