Arşîv

Mam Ewlê, rêvîngê emegnas yê rêbaza Rojê

SONY DSC

SONY DSC

Şemal Terxîbî

Demsala Payîzê taze xwe derdixist û biniya çiyayên Kurdistanê bi rengên sor û zer ên pelikên daran xwe xemilandibû. Min her weke berê Mam Ewlê dît ku bi Şal û Şapik û Hemyîl ve, rêkûpêk li ser kevirekê rûniştibû û bi dilekî pirr ji hêvî ve, li avabûna rojê dinêrî, li pêşerojê dinêrî.

 

Ez çûm kêlelê. Weke berê bi rûçikek tijî ji hêvî û keniyek şirîn a ser lêvan ku hertim taybet bi Mam Ewlê bûn, bersiva silava min da. Lê berevajî rojên derbazbûyî xem û kovanek mezin di çavên wî de dihatin xûyakirin. Gellek hewil da ku xema xwe veşêre, lê wusa xûya dikir ku vê carê kovanek mezin hundirê wî hejandibû.

 

Min xwe jê nêzîk kir û jê pirsî ku, çima wusa xembar î? Kelûgiriyê gewriya wî girtibû. Piştî demeke bêdengiyê hêdî got: “Kerîm bidarve kirin”. Weke vê ku esmanê xwedê bi ser serê min de bikeve, hemû leşê min tezî bû. Ez bêdeng mam û çûm nava xeyaleke kûr de. Min kerîm nas dikir. “Kerîm Qaremanî” kurê Mam Ewlê. Kurek bû bi wateya rasterast qehreman,  rih sivik, û xweştevî.

 

Ew di sala 1960’î (1339) de, li gundê Ehmedavayê hatibû dinê. Piştî midehekê ku bû pêşmerge, û di dawiya dehika 50î ya Rojî de, hate girtin û, bi sedema baweriyên xwe ên bilind û li ser bingeha mirovahiyê, êş û îşkenceyek zêde tehemûl kiribû.

 

Dijmin pir hewil dabû ku wî bi çok de bîne, û li ser hêza pêşmerge zaniyariyan jê bistîne, lê ew gellek ji vê mezintir bû ku li hemberî daxwazên qirêj ên dijminê gelê xwe de, bi çok de bê, lewra Kurd dêjin ku “Giya li ser koka xwe şîn dibe”.

 

Tenanet ez haydar bûm ku dixwastin mifahek xirab ji soza babînî ya Mam Ewlê wergirin, û bi dana soza serbestberdana Kerîm, wî neçar bikin ku destan ji rêbaza xwe berde û vegere Îranê û xwe teslîm bike, lê leheng û qehremanên Ehmedava li kuderê, û serîtewandin û teslîmbûn li kuderê?

Dema ku parêzerên tarîtiyê û bermawxorên rejîmê zanîn ku nikarin bigîjin armancên xwe ên qirêj û, kela moral û îmana wî biherifînin, di berwarê 2’ê Xermanan a sala 1361 (1982)’an, darê daliqandinê bo Kerîm ê xebatkar hildan. Ez hêşta di nava wan xeyal û bîranînên xwe ên tevî Kerîm de bûm ku, Mam Ewlê bêdengiya xwe şikand û bi dengek pir ji soz û xasmanî got: “Kerîm Serdarane çû ser darê daliqandinê, serê xwe tenê bo Stêrkan tewand”.

 

Dema min gotina wî gudarî kir, hinekî bi xwe de hatim, û dema min xwest ku libekê dildaniya bidim berber dilê wî, weke berê dîsan destê xwe pêş xist û gote min: “Raste ku xema şehîdketina Kerîm ji min re pir zehmet e, lê kurê min gerek ji bîra me neçe û me soz daye ku em bi serbilindî bijîn û bi serbilindî jî bimirîn. Kerîm wusa mir.

 

Gereke em jî wausa bikin. Serbilind im ku Kerîmê kurê min di pêxema rizgariya netewa xwe de canê xwe gorî kir”.

 

Eva yek ji serpêhatiyên Mam Ewlê bû ku pareke biçûk ji kesatiya vî camêrê Hizba Demokrat nîşan dide, ku heya dawiya jiyana xwe bi rêbaz û armancên partiya xwe û şehîdên xwe ên serbilind wefadar ma.

 

Kesek bû ku di gelek qonax û cihên bixof û moralşikên de, morala xwe ji dest neda û bi axaftinên xwe ên rast û şirîn, moral û cesaret dida hevçeperên xwe. Digel zarokan zarok û di têkiliya tevî hevalên xwe de, xemxorek li ser xwe bû. Destê xedrê yê felekê pêngavê wî sist nekirin û tu carî çeper û wargehên vîjdanê bernedan.

Şehîd “Ebdulhemîd Qaremanî” kurê Mecîd naskirî bi Mam Ewlê, xelkê gundê Ehmedava ya herêma Hewşarê, ev camêrê ku piraniya qonaxên jiyana wî tijî ne ji şanaziyên di pêxema xizmet bi gel û nîştimana xwe, di dawiyê de li ser milê pêşmergên xwedî moral ên Demokratê û hevrê û hevçeperên Mam Ewlê, bi axa pîroz ya nîştiman hate spartin.

 

Zaf nine hekî mirov bêje ku Mam Ewlê yek ji wan mirovên kêm mînak ên serdemê xwe bû ku, man û berxwedan û berdewamiya wî di şoreşê de, ji boyî wî wateya jiyanê bû. Serpêhatiyên nexweş nedikarîn ku wî ji rêbaza wî ya pîroz û paqij dûr bikin û, henekê wî bi “Dêv” û “Delxek” ên bêrehm û azadikuj dihat.

 

Mam Ewlê sala 1922’an (1311) di malbateke nîştimanperwer a gundê Ehmedava ya ser bi herêma Hewşarê hatiye dinê.

 

Yek ji xebatkarên emegnas ên Komara Kurdistanê bû ku bandorên derûnî ên herifîna Komarê heya dawiya jiyanê her li ser wî mabûn. Her di serdemê avabûna Komara Kurdistanê de û, her weke bi xwe hertim digot ku, avabûna Komara Kurdistanê qonaxa herî binirx a şoreşa Kurd bû. Mam Ewlê bona berevaniya ji gel û nîştimana xwe, çeka pîroz a pêşmergatiyê kire milê xwe û weke qutabiyek emegnas ê mekteba Qasimloyê mezin, tu carî sond û sozên xwe yên derheq bi azadiya nîştiman binpê nekirin û neşikandin.

 

Şeva Duşemî berwarê 2’ê Sermaweza sala 1394’an a Rojî û di demekê de ku xebatkarên mekteba Demokrat amadekariya pêşwaziya roja pêşmergên Kurdistanê, roja xortên emegnas û wefadar ên Qazî û Qasimlo û Şerefkendî, wate 26’ê Sermawezê dikirin, nûçeyek belav bû. Nûçeyek ji regeza xem û kovanan.

 

Di Sermaweza îsal de, yek ji xortên leheng û fîdakar ê nîştimana Kurdan, di temenê 83 saliyê de, koça dawiyê kir. Dostên kevnar û hevalên rojên tengaviyê ên Mam Ewlê, li ser gora wî bi hêminî ragehandin ku: “Aram biheve, yadigarê xwedî rol ê Komarê, aram biêvire”.

 


Please follow and like us:

Ji bo hevalên xwejî nivîsê parve bike