Arşîv

Hevpeyvînek digel rêzdar Dr. Mûsa Keval mamostayê zanîngehê ………

4û pispor li karûbarên Tirkiyê de, li ser pirsên pêwendîdar bi Kurdistana Bakûr

H: Şehab Xalidî

Pirs: Birêz Dr. Mûsa Keval, boçûna te rêzdarî, li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Davûdoxlo çi ye? Gelo ew hikûmet dikare temsîla Kurdan jî bike?

 

Bersiv: Temîsîla Kurdan nake, jiber ku tu carî nikare Kudan qebûl bike, wekî hemwelatî. Bê guman hejmareke parlemantarên AKP bi eslê xwe kurd in, lê ne wekî nûnerên kurdan, ew wekî hemwelatiyên Tirk in, di parlementoyê de.

 

Pirs: Gelo sedem çi ye, ku hejmara parlemanterên Kurd zêde ne di nav AKP’ê de?

 

Bersiv: Tu dizanî parlemantarên nav AKP’ê de bi nasnameya Kurdan neçûne parlementoyê de. AKP hetanî niha Kurdan wekî netewe qebûl nake. Helbet HDP jî nikare basa kurdistanê di pirogramên xwe de bike, jiber ku li gora yasayên Tirkiyê, ew yek qebûl nîne, herçend ku hinek ji partiyên din di pirogramên xwe  de peyva “Kurdistan”ê bi kar tînin, lê hêla jî berbirûyê kêşeyan dibin, û têne dadgehîkirin li ser bikaranîna van peyvan.

 

Pirs: Dr. Mûsa, çima di yasaya bingehîn di hêla jî destewajeya “hemwelatiyê Tirk” di cihê xwe de ye, û nehatiye guhertin, bi boçûn te, sondxwarina yasayî ya Leyla Zana di parlementoya Tirkiyê de, çi bandorek hebû li ser bûyerên di Tirkiyê de?

 

Bersiv: Leyla Zana bi Kurd sonda yasayî nexwar, sonda yasayî bi Tirkî xwar, lê bi Kurdî çend gotinek kirin, û serokê parlementoyê jî ew yek qebûl nekir, û heya Leyla Zana cardin sonda xwe dubare neke, parlementariya wê jî nahê qebûlkirin, lê Leyla Zana destewajeya “Hemwelatiyên Tirk” bi kar anî, yanî karekî baş kir, jiber ku ew destewajeya ku neteweperestên Tirk bi kar tînin, kire cihê gengeşeyê.

 

Pirs: Gelo çima niha jî Erdoxan bas ji pirsa Kurd nake, wate dibêje ku pirsa Kurdan hatiye çareserkirin, û kesê heq nîne ku bas ji çareseriya pirsa Kurd bike?

 

Bersiv: Dema ku dewletê Kurd wekî neteweyekê qebûl kir, wê demê dergehek vedibe, yanî hekî Erdoxan diyalogê bike li ser pirsa Kurd, wê demê her aliyek ku şer bike, em dikarin bêjin ku ne heq e, lê hekî dewlet bibêje ku hûn çekên xwe danên, dev ji her tiştî berdin, piştre ezê binêrim ka wê çawa be, ew yek nabe. Ew dibêje berî diyalogê hemû çekdarên PKK ji Tirkiyê derkevin, û çekên xwe danên, yanî nabêje ku hekî danandin wê çi be, yanî lihevkirin û pirotokolek di holê de nîne. Yanî ew yek tê wê wateyê, ku we çiqas xebat kiribe, û çiqas xwîn di van salan de hatibe riştin, bila hemû avê de here, piştî vê ezê bifikirim ka gelo ezê bi we re rûnêm ya ne, yanî eva rastiyeke ku niha gez û meqes di destên wê de ne, di destên dewletê de ne.

 

Erdoxan bi xwe dibêje pirsa Kurd çareser bûye, û hewce nake ku em li ser pirsa Kurdan diyalogê bikin. Yan jî kesê wek berdeng qebûl nake, lewra wê piroblem berdewam bin.

 

Pirs: Yanî Erdoxan ku dibêje “yek netewe, yek ala, yek ziman, yek xak” û herwisa dibje “piroseya çareseriyê”, û nabêje “piroseya çareseriya pirsa Kurd”, lewra em dikarin bêjin ku PKK tu riyeke wê nîne, ji bilî şer kirinê?

 

Bersiv: Dema ku dewlet dibêje tevgerekê ku xwe tune bike, piştre em renge diyalogê bikin, wextê ku ew tevger tuneb, tu wê bi kê re rûnêyî. Yanî piroblem li wir de ye ku ew bi sedan sal e ku kurdan dixapînin, û Kurdan jî mixabin zû bawerî bi wan kirine.

 

Di serdema sultanên Osmanî de wan Kurd xapandine û soza mafê Kurdan dane, lê piştre Kurd xapandine û serokên wan jî kuştine.

 

Mixabin li Rojhilat jî wisa çêbû, gellek serokên Kurdan bawerî bi dijmin kirin, lê niha Kurd gihane qonaxa ku, heqê wan heye ku baweriyê nekin bi wan gotinan, tiştên ku lihev kirin li ser hatibe kirin, dibe wan qebûl bikin, û xwe teslîmî zêhniyetan û axivtinan nekin, û zû dev ji stratejiya xwe bernedin.

 

Pirs: Gelo bi baweriya we, ew pirsgirêka di navbera Rûsiye û Tirkiyê de, wê bi qazanca Kurdan be, yan ne, hûn bêjin ku Rûsiye pişta PKK bigre di hemberî Tirkiyê de?

 

Bersiv: Yanî vê gavê ew bûyera ku çêbûye, di navbera Rûsiyê û Tirkiyê de, yek hêzeke navdewletî ye, yek jî hêzeke mezin ya herêmî ye. Di rastî de nexweşiyeke mezin di navbera her du aliyan de, bi sedan sal e ku dewam dike, her ji serdema împeratoriyan ve ew kêşe heye, bê guman bo Kurdan fayide heye, lê girîng ew e ku Kurd çawa bikarin ji vê derfetê mifaha baş wergirin, lê mixabin ku edeteke Kurdan ya xirap heye, dema ku hevrikê Kurdan yan neyarê wan lawaz dibe, Kurd dilê wan pê dişevite, dibêjin bila ew ji vê qonaxa nexweş de derkevin piştre emê şerê xwe bikin, nizanim ku PKK jî wê çawa vê derfetê bi kar bîne.

 

Helbet aştî baş e, û Kurd aştîxwaz e, lê mixabin ku hekî aştiyek di navbera Rûsiye û Tirkiy de hebe, wê Tirkiye hewil bide ku ew lihevkirin û ew aştî li ser hesaba Kurdan be, bi vê wateyê ku Kurdên Rojavaya Kurdistanê jî wekî Kurdên Başûra kurdistanê nebin xwediyê herêmeke federal.

 

Erdoxan gellek caran gotiye ku nabe statûyeke wekî Başûra Kurdistanê bo Rojavaya Kurdistanê pêk bê, jiber ku me nekarî ku pêşiya pêkhatina herêmeke federal li Başûra Kurdistanê bigrin, lê em dibe nehêlin li Rojavaya Kurdistanê de jî, tiştekî bi vî rengî pêk bê. Lê eva di demekê de ye ku hêzek ku dikare li ser erdê li dijî dijmineke wekî DAÎŞ’ê şer bike, li Rojavaya Kurdistanê de, Kurd in.

Li Rojava hêza sereke ya YPG’ê ye, û li Başûra Kurdistanê jî hêza Pêşmerge ye, digel hinek hêzên din. Lewra mesleheta Kurdan ew e ku li ser berjewendiya Kurdan, û stratejiyeke hevbeş kom bibin.

 

Pirs: Gelo bi baweriya te, bêyî çareseriya Pirsa Kurd, YE wê amade be, ku Tirkiyê wekî endameke xwe qebûl bike, yan na?

 

Bersiv: Na. Serokê YE bi xwe çend caran gotiye ku çênabe, ku Tirkiye bi piroblemên xwe ve, bête nav YE de. Dibe berê pirsa Kurda çareser bike, piştre bê nav YE de. Yanî  dibêjne Tirkiyê ku tu dixwazî bibî endamê me, ne eva ku em bixwazin bibin endamê te, lewra hewce ye ku tu bibî demokrateke rasteqîne, piştre bêyî nav YE de. Berî çend rojan  dîsan YE gote Tirkiye ku nabe hûn berdewam bin li ser înkara Kurdan.

 

 


Please follow and like us:

Ji bo hevalên xwejî nivîsê parve bike