Arşîv

Ayişe Qadirî: “Bo min tewahiya serkevtinên partiya min dikevin nava cixza…….

06 6 bîreweriyên xweş ên min de, û wê di elboma jiyana min de her bimînin”.

 

H: Jîla Musteicir

Bi rastî awareyî, malwêranî, jidestdana ezîzan, xerîbî, keser, xem, kovan û çendîn mijarên din, dem û roj û demsal û salên jiyana mirovên xebatkar tijî dikin. Her yek ji wan mijaran jî bi nobeta xwe û di cihê xwe de û bi qasî xwe, giraniyê dixe ser milê mirovên xebatkar, û porên reş ên wan di demeke kêm de Spî û kal dikin. Eva serpêhatiya wan jinên xebatkar e ku serbarê dîtina wan hemû êş û elemên ser rêya şoreşê, lê dîsan jî bi hêvî, û qahîm tevlî refên partiyên xwe dibin, û bona bidestxistina mafên xwe yên mirovî û netewî, berxwe didin.

 

Ayişe Qadirî jî yek ji wan jinên xebatkar e ku, serbarê vê ku xelkê Kurdistana Başûr e, lê tewahiya temenê xwe, serbarê serpêhatiya xwe ya pir ji êş û jan, di nava Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê de derbaz kiriye.

 

Ayişe Qadirî keça Qadir sala 1973’an (30.09.1352) li bajarokê Sengeser a Kurdistana Başûr di malbateke nîştimanperwer de hatiye dinê.

 

Ayişe Qadirî di despêka hevpeyvîna xwe de, çawaniya nasyarî tevî PDKÎ û herweha derheq bi jiyana xwe ya hevpar di nava refên PDKÎ de weha dipeyve: “Bi sedema vê ku xalên min di nava refên pêşmergên PDKÎ de xebat dikirin, dikarim bêjim ku her di zarokatiya xwe de ez tevî siyasetên PDKÎ nasyar derketim, jiber ku her ro min pêşmerge û kadrên PDKÎ didîtin û rojane me bidûreçûn bo karûbar û nûçeyên Hizba Demokrat dikirin. Her eva bû sedem ku Hizba Demokrat hemû jiyan û bûyîna min dagîr bike û bê PDKÎ ez hest bi bûyîna xwe nekim.

 

Min di nava PDKÎ de du caran jiyana hevpar ava kir. Cara yekemîn tevî pêşmergeyekî Hizba Demokrat bi navê, “Qadir Hesenpûr” ku fermandarê “Lik” bû di hêza Qendîlê de, min jiyana hevpar ava kir, lê mixabin piştî tenê du heyv û nîvan û jiyaneke pir demkurt, feleka Qadir çep bada, û Qadir tevlî refên karwanê nemiran bû û şehîd ket.

 

Cara duyemîn, 8 salan piştî şehîdketina Qadir, min di sala 2004’an (1383) tevî pêşmergeyekî din ê Hizba Demokrat bi navê Zahid xelîlzade jiyana hevpar ava kir û berhema jiyana me jî keçek e bi navê Hêlîn”.

 

Ayişe Qadirî derheq bi vê pirsyarê ku çawa bû serbarê zehmetiyên ser rêya her xebatkarekî Kurd, te biryara beşdarî di xebata Kurdistana Rojhilatê de da, dibêje: “Min di demekê de biryar da ku bibim hevjîna pêşmergeyekî Hizba Demokrat ku, şarezayê tewahiya wan eger û nerihetiyan bûm ku têne ser rêya mirovekî xebatkar û şoreşvan. Lewra bi moralek bihêz li hemberî wan asteng û nerihetiyan sekinîm û berdewam hewla çareserkirina wan didim. Niha û piştî wan hemû salan jî çavnihêriya min ji Hizba Demokrat û hevjînê min ev e ku, heya bidestxistina armancên rewa ên gelê Kurd, tenê bo deqeyekê jî ji xebatê nesekinin û her di vê rasteyê de jî, ez jî wê hewil bidim ku bikarim keseke bi qazanc bim di pêxema gehiştina bi wan armancan”.

 

Ayişe Qadirî derheq bi roja xwe ya herî xweş a jiyanê, weha dibêje: “Dema bo mirovek siyasî bas tê ser bîreweriyên xweş, pir zehmet e ku bikare diyarî bike kanê kîjan bîrewerî xweş e, lê bo min tewahiya serkevtinên Partiya min dikevin nava cixza bîreweriyên xweş ên min de, û wê di Elboma jiyana min de her bimînin”.

 

Ayişe Qadirî herweha derheq bi roja herî nexweş a jiyana xwe weha dibêje: “Her weke mirov nikare bîreweriyên xweş ji bîr bike, bîreweriyên ne xweş û tal jî nahên jibîrkirin û di hizr û ramana mirov de dimîne, lewra bo min bîreweriyên herî nexweş ên jiyanê, veqetiyana hevrêyên min in, çi ewên ku şehîd ketine û çi evên ku bi her sedemekê ji refên Partiya Demokrat veqetiyane”.

 

Ayişe Qadirî bi vê gotinê dawiyê bi hevpeyvîna xwe tîne: “Piştî 20 salan jiyana siyasî, daxwaza min ji jinan û keçan û dayîkan ev e ku, heya dikarin asta rewşenbîrî û zaniyariya xwe bilind bikin da ku bikarin tevî serdemê niha xwe pêş bixînin. Herweha daxwaza min ji wan ev e ku hevkar û piştevanê xebata xwe ya rewa bi rêberiya PDKÎ bin, jiber ku ez xatircem im ku Partiya Demokrat cihê hemû qat û texeke civaka Kurdistana Îranê ye”.


Please follow and like us:

Ji bo hevalên xwejî nivîsê parve bike