Arşîv

Exter Fetahî: “Mixabin bi sedema destengiyê, şeş zarokên min canê xwe ji dest dan”.

 

H: Arif Vêlzî

007 07Hejarî û destegnî, hekî pêsîra mirov bigire, wî çaxî mirov dizane ku çiqas birînên kûr di jiyan û derûn însanan de çê dike, wî çaxî mirov dizane ku jiyan çi qas tal e û çi qas giraniyê dixe ser milê mirov, birîn û talî û giraniyek ku hekî mirov xwedî baweriyeke qahîm û dilek mezin nebe, renge pêvajoya jiyana asayî bê guhertin û jiyan ber bi aqarek ne asayî ve here.

 

Lê hekî bawerî bi xwe bûn û bawerî bi jiyanê hebûn di mirov de hebe, wî çaxî wê bi ser destengî û hejariyê de zal be û, serbarê destengiyê wê bi dilek dewlemd ve jiyana xwe bidomîne.

 

Exter Fetahî yek ji wan mirova ne ku, di piraniya jiyana xwe de û bi taybetî di despêka tevlîbûna tevî refên şoreşê de, hejarî û destengiyê pêsira jiyana wan girtiye û bernedaye, giraniya barê destengiyê bi qasekî bandora xirab xistiye ser jiyana wê ku, 6 zarokên wê bi sedema nesaxî û hejariyê canê xwe ji dest dane û tenê zarokek wî maye. Lê hêj bi hevî ye û bi dilek mezin û bi xweşî tevî hevjî û kurê xwe jiyanê didomîne.

 

Exter Fetahî keça Qutbedîn Fetahî, roja 1ê Pûşpera sala 1954’an(1333)li gundê “Derehecîc” a ser bi Newsûdê hatiye dinê.

 

Exter Fetahî  derheq bi jiyana xwe ya hevpar û nasyariya xwe tevî PDKÎ weha dibêje: “Min di sala 1973’an (1352) jiyana hevpar tevî “Elî Xefûrî” ava kir û berhema jiyana me 7 zarok bûn, ku mixabin bi sedema hejarî û destengiyê, 6 zarokên min nesax ketin û canê xwe ji dest dan, jiber ku hejariyê wûsa pêsîra me girtibû ku me nedikarî em wan bibin bal doxtoran û ji mirinê bifilitînin.

 

Lê bi xweşî ve kureke min bi navê Şoreş maye û di Wezareta Perwerde ya Herêma Kurdistanê de karsaz e û herweha karê rojnamevaniyê jî dike.

Exter dibêje min di sala 1978’an(1357)Partiya Demokrat nas kir, lê sala paştir û di sala1979’an(1358) PDKÎ li Nûdşê meqerê xwe bi eşkere ava kir, wî çaxî me xwe bi meqerê partiyê da nasandin, jiber ku wî çaxî Se’îd Ye’qubî naskirî bi Se’îd Kalkal berpirsê meqerê partiyê bû”.

Exter Fetahî piştî 36 salan jiyana pir ji awareyî  ya tevî pêşmergeyek PDKÎ, çavnihêriya xwe ji Partiya xwe weha tîne ziman: “Take çavnihêriya min ev e ku, partiya min, bigehe armancên xwe û ez bikarim careke din vegerim nava xelkê xwe û axa xwe û bi serbilindî temenê mayî derbaz bikim”.

 

Exter Fetahî di bersiva pirsyara din ya Agirî derheq bi bîreweriya herî xweş a jiyana xwe, dibêje: “rizgarkirina Bajarê Kerkûkê ji destê rejîma Sedam Husên rojeke pir xweş bû ku tu caran ji bîra min naçe.

 

Jiber ku careke din piştî salên dûr û dirêj, careke din Kurd li Kerkûkê xwedî derketin. Li bîra min e ku Dr. Sadiq Şerefkendî jî pir kêfxweş bû û tenanet teqeya xweşiyê kir”.

 

Exter Fetahî herweha rojên herî nexweş ên jiyana xwe weha tîne ziman û dibêje: “Di Jiyana min de rojên herî nexweş zêdene, rojên şehîdketina her du rêberên gelê me Dr.Qasimlo û Dr.Şerefkendî pir nexweş bûn û birînek bû ku ket canê tevgera Kurdan û PDKÎ û gelê Kurd li Rojhilatê. Piştî şehîdketina rêberên Kurd, mirina zarokên min birînek pir giran bû ku her dûcarî dibû.

 

Rojek din ku pir nexweş bû roja kîmiyabarana bajarê Helebçê bû, jiber ku em di rê de bûn û me pir zehmetî dît. Rojeke din şehîdketina bira û kurmetê hevjînê min bûn bi navên “Mihemed Xefûrî” û “Serdar Rezayî”. Rojek din jî ku rojeke tal bû libîr min naçe, şehîdketina Kak Mensûr Fetahî bû”.

 

Exter Fetahî di dawiyê de rû li jin û keçên Kurdistanê dike ku bi vê gotinê dawiyê bi hevpeyvîna xwe tîne: “Daxwaza min ji jinên Kurdistanê ev e ku zarokên xwe bi başî perwerde bikin da ku bikarin pêşeroja gelê xwe ronî bikin.

 

Herweha daxwazê ji keçên Kurd dikim ku bên û tevlî refên PDKÎ bin û bo rizgariya xwe û gelê xwe bixebitin. Xwe ji xizmeta bi Komara Îslamî re biparêzin da ku rûpelek reş neçe ser dîroka jiyana wan”.


Please follow and like us:

Ji bo hevalên xwejî nivîsê parve bike