Arşîv

20’ê Çiriya Paşîn roja cîhanî a pesendkirina mafê zarokan

6Îdrîs Stwet

 

20ê Novamber wek roja cîhanî ya pesendkirina mafê zarokan hatiye naskirin û di wê rojê de rêkxistinên NY di kombûnekî giştî de hemiyan deng bi peymanameya mafê zarokan da û niha bûye yek ji pîroztirîn carnameya cîhanî û ji ber ku piraniya welatên cîhanê wajo li ser cîbicîkirina madeyên carnameya cîhanî a mafên zarokan kiriye û ev carnameya han ji 54 madeyan pêkhatiye û heya niha 193 welatên cîhanê ku di NY endamim, peymanameya cîhanî a mafên zarokan wajo kirine.

 

Armanc li vê peymanameyê eva ye ku zarok bi vî hemû cindîbûna ku heye, bo vê dibe ku di jîngehek baş û geşekirinek berfireh de jiyanê derbaz bike û wek her yek ji kitkitên civakê pêdvî bi mafê man û jiyanek aram heye û pêdivî ye ku em goh bidine bîr û boçûn û xwastikên wan û bi vê meremê ku tu zarokek nabe bi dijwarî jiyanê derbaz bike.

 

Tevî vê ku peymanameya han ji aliyê NY ve hatiye pesend kirin û çendîn sale jî bi ser wê peymanameyê de derbaz dibe, lê dîsan jî di zaf welatên cîhanê de û heya hin welatên ku peymanameya mafên zarokan jî wajo kirine, wek welatê Îranê, mafên zarokan tê binpê kirin û tu giringî bi zarok û mafên zarokan nadin.

 

Komara Îslamê a Îranê di sala 1372an de bûye endamê konvansiyona han û tevî vê jî ku Îranê peymanameya cîhanî a mefên zarokan wajo kiriye, lê bi kiryar Îranê tu madeyên wî konvansiyona mafên zarokan neparastiye û berdewam jî mafên zarokan di wî welatî de tê binpêkirin. Li gor amarên fermî ku nawenda amara Îranê xwe bilav kiriye, nivîsandine ku zaftir ji yek milyon û heftsed hezar zarok di Îranê de kar dikin, lê nawendên parastina mafên zarokan hejmara zarokên kar zaftir ji 3 mîlyon radigehînin ku piraniya wan zarokan ji xwendin û nivîsandin bêparin.diyardeya karkirina zarokan bitaybet di serdemê Komara Îslamî de gihiştiye qasek zaf bilind û sal tevî salê jî qasa zarokên kar di Îranê de zêde dibin û heya niha piraniya zarokên kar tûşî madeyên hişber û HIV ….hewd, bûne û berpirsên wî welatî jî her tim îdiaya çareseriya rewşa zarokan dikin, lê heya niha bo rewşa han pêngavên bi kiryar neavêtine. Evajî di demekê de ye ku ev rejîma han tu bernameyeke baş bû zarokan nine.

 

Niha piraniya zarokan, bixasmanî zarokên kar û zarokên bê serperest di Îranê de fêrî madeyên hişber bûne û roj di gel rojê jî temenê tûşbon bi madeyên hişber di nava zarokan de zaftir dihête xwarê û li nava zarokên keç jî di wî welatî de, zewcîna zarokên ku temenê wan di bin 15 salan de ye zaftin ji caran bûye û li gor amarên xwe Îranê, zarokên jinebî (ên hatîne telaqdan) di Îranê de 35 hezar kes in.

 

Ji kesê weşartî nine ku bilindbûna rêjeya hejarî û zarokên kar di nava civaka Îranê de, beşek berfireh ya wê vedigere bo siyasetên nebaş û nezanistiyane ên desthilatdarên Îranê.

 

Zarok bixasmanî zarokên kar,kêm endam, bê serperest û zarokên jinebiyan di Îranê de di rewşek nebaş de jiyanê derbaz dikin û di wî welatî de zarok tevî kirîza mafên xwe berbirûn.

 

Piranira zarokên Îranê û bixasmanî zarokên herêmên bêpar wek Kurdistanê, ji mafên xwe ên wek perwerdeya standard seyran û geştûgozara pêwîst, pêdviyên sereke wek derbazkirina dewrana zarokbûn, bîme, derman, bikaranîna amrazên pêwendiyê, azadiya olî û…hewd bêparin û di Kurdistanê de serbarê vê ku zarok li pêdviyên sereke bêparin, gellek mêjve ye ku hewla vê hindê hatiye dayîn ku pêdviyên taybet ên xwendinê jî ji aliyê xwe dersxanan ve, an jî ji aliyê malbatên wan ve bên dabîn kirin û eva jî bargiraniyek din êxstiye ser milê jiyana xelkê ku mixabin zirarmendê sereke jî her zarok in.

 


Please follow and like us:

Ji bo hevalên xwejî nivîsê parve bike