Arşîv

Kurdistanê di sporê de, li ser asta Îranê serkevtin bi dest xist

12568Kurdistanmedia: Di heyama çend rojên borî de, ciwanên Kurdistana Rojhilat di biyavên cur bi cur ên sporê de pileya pehlewaniyê ji xwe re bi dest xistin. 

Li gora nûçeya ku gihaye malpera Kurdistanmedia, Ciwanên Kurdistana Rojhilat di warên cur bi cur ên spore de karîn ku di asta Îranê de pileya baş bi dest bixin.

Sine

Di pêşbaziyên boksê de ku rojên Înê heya çarşemiyê di parêzgeha Urmiyê de bi rê ve çûn, tîma mezinsalan a parêzgeha Sine karî bo cara yekem di dîroka Îranê de pileya sêyemîn di Îranê de bi dest bixe. Ew pêşbazî bi beşdariya 32 tîpên spore li raserî Îranê de bi rê ve çû.

Di van pêşbaziyan de li parêzgeha Sine “Secad Yuzî, Armîn Emcedniya, Dana Îsmaîlzade, Ferşîd Sewarî, Ferhad Ezîzî, Nîma Wekîlî û şahîn Înayetî bi serperestiya Şehram Hesenzade karîn ku mîdala zêr û boronzê bi dest bixin.

Kirmaşan

Di pêşbaziyên kongfoyê de, tîpa kongfoya Kirmaşanê karî ku pehlewaniya Îranê bi dest bixe, û tîpên Kirmaşan û Sineyê pileya yekem û sêyem ya van pêşbaziyan bi dets xistin.

Di vê derheqê de Hîwa Fethî di pêşbaziyên di asta Îranê de karî pileya yekem di kêşa 140 kîlo de bi dest bixe.


Please follow and like us:

Ji bo hevalên xwejî nivîsê parve bike