Arşîv

Îzna rakirina pereyên hemwelatiyan bi bankan re hate dayîn

12567Kurdistanmedia: Piştî derketina gelaleya “Kirîna kelûpelên Îranî bi wama 10 Milyonî”, îzin bi bankan hate dayîn ku bi bê haydariya hemwelatiyên xwedî dirav di bankan de, bi qazancê xwe mifahê ji pereyên wan wergirin.

Li gorî daxûyanya herî nû ya dewletê, ji niha pê ve rê bi bankên Îranê hate dayîn ku, di dema ku qerzê heyvane ya hemwelatiyan di dema xwe de nehate dayîn, bank dikare bi xwe pereyan di hisaba wî kesî de hilgire.

Pirojeya “Kirîna kelûpelên Îranî bi wam a 10 Milyonî” piştî xirabûna rewşa aboriya Îranê û bi merema peydakirina bazara nû bo kelûpel û berhemên navxweyî derket holê, û weke karbidestên hikûmetî dibêjin, pirojeya han bi xwe curek piştevanî ye ji berhemên navxweyî ên Îranê.

Di çend heyvên derbazbûyî de bi merema nekirîn û hisara ser tirûmbêlên Îranî bi sedema arîşeyên teknînkî û nizimbûna kovalîtiyê, çendîn kempêyn di dinyaya mecazî de ketin rê. Her eva jî bûye sedem ku karbidestên paye bilind ên Îranê di vê derheqê de bêne ser xet.


Please follow and like us:

Ji bo hevalên xwejî nivîsê parve bike