Arşîv

Çêkirina madeyên sirker yên senetî di 6 demjimêra de

12542Kurdistanmedia: Di halekî de ku madeyên sirker ên sunetî hewcehiya wan bi heyameke zef hene heta ku bêne amadekirin, û bikevin nav bazarê, madeyên sirker yên senetî di heyama 6 demjimêran de têne amadekirin.

Li gora nûçeyên herî dawî, cihgirê bireveberê giştî yê lêjneya xebata li dijî madeyên sirker, ragehandiye ku madeyên sirker di Îranê de, ji madeyên sirkerî yên sunetî ji bo madeyên sirkerî yên senetî hatiye guhertin û niha her di navendên perwerdehiyê û navendên akadimiyê de jî bi awayekî berfireh mifahê jê werdgirin.

Li gor gotina navbirî yek ji sebebên wan guhertinan eva ye ku zorbûn û erzaniya madeyên sirker yên senetî bi awayekî ku li her cihî bi hêsanî dest dikeve, û di demeke kêmtir ji madeyên sirker yên sunetî jî têne dirustkirin.

Elîriza Cozînî dibêje: Di halekî de ku madeyên sirkerî yên sunetî hewcehî bi demeke pirr heye heta ku bê berhevkirin, û bê bo nav bazar, madeyên sirker yên pîşeyî di dema 6 demjimêran de tê amadekirin. Eva jî qaçaxçiyan zêde tûj dike da ku madeyên sirkerî yên pîşeyî berhev bikin.

Berê jî serokê Saziya Bêhzîstiya Îranê, gotibû ku belavbûna Îtiyadê li Îranê hin zef bûye ku heta nikarin cihekî jî bibînin ku madên sirker tê de tunebe.

Berpisrên herî paye bilind yên rejîma Îranê ev yeka rohn kiribûn ku di salekî de aliyê kêm 80 ton madeyên sirker yên senetî bi kar tên, û tenê di 6 mehên borî de 100 kargehên berhevkirina madeya Şûşe di Îranê de hatine peyda kirin. Eva cuda ji kargehên di nav avahiyan de ye, û ku li hindek ji herêmên Kurdistanê bo mînak bajarên Seqiz û Serdeşt ji aliyê destûpêwendiyên rejîmê ve, bi bê tu belgeyeke qanûnî, karên berhevkirina madeyên sirker yên senetî dikin.


Please follow and like us:

Ji bo hevalên xwejî nivîsê parve bike