Arşîv

Zara Fetahî: “Rojên herî nexweş, rojên şehîdketina hevjînê min, û babê min bûn”.

H: Jîla Muste’icir*6
Jiyaneke pirr ji êş û elem, jidestdana xweşmêr û egîdên malê, sêvîketina zarokên hûr û li dû hev, awareyî û malwêranî, gelo ev jiyana han dimeşe? Gelo mirov dikare li hemberî jiyana bi vî qasî giran de berxwe bide? Bêguman gellek şêrejinên biqedr û qîmet di Kurdistanê de hene, ku qedera wan bi wî awayî hatiye nivîsandin, û jiyana wan bi vî awayî derbaz bûye û, gellek bi serbilindî û serkevtin ve nehêlane ku giraniya jiyanê pişta wan bitewîne, xincî vê yekê ku erkê xwe yê daykîniyê bi rindî bi cih anîne, belkî cihê betal yê bavê zarokan jî bi xwe tijî kirine, û erkê bav û daykîniyê bixwe û bi tenê bi cih anîne.

Zara Fetahî jî yek ji wan jinan e ku ew dem û dewran di jiyana xwe de ceribandine, û hêj jî hêvîdar e bi jiyanê, û sor e li ser rêbaza xwe û şehîdên xwe.
Zara Fetahî keça Simayîl sala 1965’an (1344) li bajarê Şinoyê û di malbateke şoreşvan de hatiye dinê, û her di zarokatiya xwe de bi sedema pêşmergebûna babê wê, ji bajarê Şinoyê koçber dibin, û li bajarê Nexedê akincî dibin.

Zara Fetahî nasyariya xwe bi PDKÎ re weha tîne ziman û dibêje: “Ez zarok bûm dema babê min û xalêt min pêşmerge bûn, eva bûye sedem ku di zarokiyê de PDKÎ nas bikm, ez mezin bûm û babê min her pêşmerge bû, min jiyana hevpar tevî Îbrahîm pêk anî. Piştre bi sedema pêşmergatiyê malbata min bi neçarî ber bi çiyayên Kurdistanê ve koç kirin. Dûrketina ji malbatê ez pir aciz dikirim û hevjînê min jî bi aciziya min pirr nerihet bû, lewra çû û serdana mala babê min kir û di vê serdanê de babê min hevjînê min razî kir ku bibe pêşmerge li kêleka babê min. Ez bi wî karî pir kêfxweş bûm, jiber ku hem ji malbata xwe nêzîk diketim û hem jî şerefa pêşmergatiyê dibû nisîbê hevjînê min.

Piştî ku me jiyana pêşmergatiyê hilbijart, bo heyamekê Hizib li Kurdistana Başûr akincî bû, min wî çaxî zarokek hebû û babê min û hevjînê min di Kûrahiya axa Kurdistanê û di menteqê de bûn, piştî heyamekê min û dayîka xwe me nekarî em dûriya hevjînên xwe tehemul bikin, me biryar da ku em careke din vegerin bal wan li Kurdistana Rojhilat. Piştî heyamekê ku em bal hevdu bûn, di encama toparankirina hêzên Komar Îslamî li devera Korê ya Serşaxan hevjînê min şehîd ket, wî çaxî min 2 zarokên hûr bi navên Şoreş û Miryem hebûn û herweha zarokek jî di rê de bû ku piştre hate dinyayê, me navê wê danî “Pejare”.

Piştî şehîdketina hevjînê min ez vegeriyam bal dayîka xwe li Bajarê Şinoyê, lê bi sedema vê ku zext û gîvaşa hêzên Komara Îslamî li ser me zaf bû, carek din me biryar da ku tevî dayîka xwe ber bi çiyayên Kurdistanê koç bikin, û em tevlî hêzên pêşmerge bûn. Li wir careke din min tevî pêşmergeyekî PDKÎ bi navê Kerîm Qelatî jiyana hevpar ava kir, û heya niha jî em li ser jiyana xwe berdewam in, û berhema jiyana me jî kurek bi navê Temen û du keç bi navên Bêxal û Dîmen in. Niha jî min tu çavnihêriyek ji hevjîn û partiya xwe nine û tenê hêviya min serkevtina wan e”.
Zara Fetahî rojên herî xweş ên jiyana xwe weha tîne ziman: “Rojên herî xweş ên jiyana min vedigerin bo wî çaxî ku herdu rêberên Şehîd, Dr.Qasimlo û Dr. Şerefkendî hêj sax bûn, jiber ku wî çaxî tu çavnihêriyên madî tunebûn û, herweha hebûna wan du rêberan di nava refên PDKÎ de, bixwe moral û dilxweşî didan me”.

Zara Fetahî herweha rojên herî nexweş ên jiyana xwe tîne ziman: “Roja Herî nexweş şehîdketina hevjînê min û babê min bû, jiber ku bi şehîdketina hevjînê min, 3 zarokên min sêvî man û herweha bi şehîd ketin babê min careke din sê zarokên min sêvî man, û herweha ez û dayîka min jî man bi tenê”…êş

Zara Fetahî rû li keç û jinên Kurdistanê dike û bi vê gotinê dawiyê bi hevpeyvîna xwe tîne û dibêje: “Ez hertim şanaziyê bi vê jiyana xwe dikim ku min di ew qasê hejarî û destengiyê de derbaz kiriye, jiber ku jiyana min hilgirê navê pîroz ê pêşmerge bûye, û eva jî bixwe pîroziya herî mezin a jiyana min bûye, û herweha daxwaza min ji wan keç û jinan ku di refên xebatê de ne, ew e ku berî destpêkirina her karekî, baş lê bifikirin, wî çaxî ez xatircem im ku wê serbilind bin.


Please follow and like us:

Ji bo hevalên xwejî nivîsê parve bike