Arşîv

Rewşa kedkar û hejaran di Îranê de

N. Îdrîs Stwet*4

Hejarî bi zimanekî sade, yanî nebaşiya dahat di navbera malbatan û berçavgirtina dahata pêdvî ku dahata rojanne, beşa dabînkirina xwarina wan ya baş nake. Bêkarî û kêmiya heqdest sedema bingehîn ya pêkhênerê hejariyê ye, û wê demê hejarî çêdibe, ku heqdestê kedkaran di bazarê de kar pê nahê kirin, û daxwazkarî jî zêde be, û her tişt jî giran be. Hêjayî gotinê ye ku hejarî yek ji mezintirîn diyardeyên xirap ên civakî ye û bi giştî bandorek zaf jî li ser civakê heye.

Diyare hejarî di Îranê de, bitaybet di serdemê komara Îslamî de gihîştiye qasekî zaf bilind, û sal bi salê jî qasê hejarî û bêkariyê di Îranê de zêde dibe, û mixabin zirarmendê sereke kedkar in, û niha berpirsên wî welatî her di destpêka hatine ser desthilatê ve îdiaya çareserkirina hejarî û bêkariyê dikin, lê heya niha bo vê kirîzê pêngavên pêdvî hilnegirtine, û ji aliyekî din ve her tim vî tiştî di guhê xelkê de dixwînin, ku di hewla çareserkirina kirîza aborî û binbirkirina hejarî û bêkariyê de ne.

Çaresernekirina hejarî û bêkariyê ji aliyê berpirsên pêwendîdar ve wisa kiriye ku %40 ji heşîmeta Îranê di bin hêla hejariyê de jiyanê derbas bikin, û karnasan sedemên vê hejarî û bêkariyê ku di Îranê de heye, vedigerînin ser hewla bidestveanîna çeka navkî ji aliyê rejîmê ve, û dijberiya Îranê tevî cîhan û dorpêçkirina aborî bo ser wî welatî, û alîkariya bi milyonan dolarî ya Îranê bo girûpên terorîstî ên Sûrî, hizbullah û Hûsiyan û girûpên terorîst ên din, û mifahwergirtina xirap ji aliyê desthilatdarên Îranê ji aboriya wî welatî û bitaybet Spaha Pasdaran ku roleke bingehîn di siyaseta aborî ya Îranê de heye.

Ji tu kesî veşartî nine ku hejarî û bilindbûna qasê hejariyê di nava civaka Îranê de, beşeke berbiçav ya wê vedigere ser siyasetên nebaş nezanistiyane ya desthilatdarên Îranê.

Îran tevî vê ku îmkanatên mezin ên karî di dest de heye, û di warê çavkaniyên binerdî ve dewlemende, weke pertol û şandina petrolê, lê bi sedema siyaseta nebaş û nazanistiyane ya desthilatdarên Îranê û nebûna bernameyek baş a aborî û herwisa hebûna dizî û talanê ji aliyê karbidestên Îranê ve, civaka Îranê bi giştî û bitaybet herêmên bêpar ên neteweyên xeyrî Fars bi dest hejarî û bêkariyê de dinalînin, û niha rewş bi awayekî ye ku hejar û kedkar ji pêdviyên sereke wekî xwarinê bêpar in û mixabin destê hejaran di welatekî ku di bin siya dîktatoreke wekî komara Îslamî de be, nagihije tu derekî. Serbarê vê jî mafên kedkaran ji aliyê berpirsan ve tê binpêkirin.

Desthilatdarên Îranê bitaybet piştî hatine serkar a Hesen Rûhanî, ku zaf bas ji çareserkirina arîşeyên xelkê dikin, lê di serdema desthilatdariya wî de jî qasê bêkarî û hejariyê zaftir ji caran bûye. Herçend piştî sazana Îranê tevî welatên 5+1 çavnihêriya xelkê ji başbûna aboriya Îranê roj bi roj diçe ser.

Bi sedema çûne ser a hejarî û bêkariyê di Îranê de, û bêxemiya berpirsên pêwendîdar bi vê diyardeyê, arîşeyên civakî zêdetir ji caran bûne, û dizî, telaq, cinayet, leşfiroşî û ….hewd, di Îranê de zaf bûne, û wisa diyare ku di pêşerojê de jî qasê wan arîşeyan zêdetir bibe, û çavnihêrî tê kirin ku bi dehan arîşeyên civakî ên din wek arîşeyên hundirîn, îtiyad, HIV û xemokî û …hewd di civaka Îranê de zaftir ji caran be.

Her li gor amarên komara Îslamî ya Îranê, zêdetir ji %40 heşîmeta Îranê di bin hêla hejariyê de jiyanê derbaz dikin, û di nava wê beşa civakê jî de, bi sedema destengiyê tûşî xwarina xirab bûne, û %30 ji mêran, û %50 ji jinan jî tûşî pûkiya hêstik bûne, û herwisa %80 ji zarokên xwendekar tevî kêmiya Kelisiyomê berbirû bûne, û eva di demekê de ye ku berpirsên wî welatî tu bernameyeke wan tuneye bo jinavbirina hejariyê, û heya vê demê ku dahata Îranê ji aliyê bandên mafyayî yên Spaha Pasdaran û karbidestên rejîm ve be, beşa xelkê Îranê ji vê hemû dahatê, tenê nehametî û hejarî dibe û heya niha tu nîşaneyek ji çareserkirina rewşa hejar û kedkaran nine.

Di salên berê de komara Îslamî zaftir hewl dida ku Kurdistanê di rewşeke xirab ya aboriyê de bisekinîne, û hemû aliyên aborî bi siyasetê ve girê dida. Lê niha hejarî bi giştî civaka Îranê û bixasmanî xelkê Kurdistana Îranê girtiye, û niha jî beşek ji xelkê Kurdistanê dahata rojane ya xwe ji rêya kolberiyê ve bi dest ve tînin, û bi giştî siyaseta aboriya wî welatî tu mifahek bo akinciyên xwe nine.

Sedemên wan diyardeyên ku hatin baskirin, tenê bi neman û herifandina rejîmê, û hatine ser desthilatê ya deshilateke demokratîk û mirovdost dê bê çareserkirin.


Please follow and like us:

Ji bo hevalên xwejî nivîsê parve bike