Arşîv

Hizbulaha Îraqê, gef li Seûdî, kowêyt, neraziyên Sunî û kurdan kir

436x328_19721_268084Tevî zêdebûna aloziyên siyasî di navbera aliyên deselatdar li Îraqê û nakokiyên di wî welatê de, kesek bi navê Wasiq Elbetat ku xwe wek fermandeyê Ertêşa Moxtar ku ser bi Hizbulaha Îraqê ye, da nasîn û di gotûbêjeke televîzyonî de, gef li welatê Seûdî, kowêyt, dijberên Nûrî Malikî û kurdên Îraqê kirin

navbirî got ku me biryar daye ku dest bi ser welatê Seûdî de bigrin û di “Heremêynê Şerîfêyn” de nimêjê bikin.

wî herwusa gotiye ku em dixwazin bendera  “Mobarek” li kowêytê de bombebaran bikin.

Wî herwusa gef li kurdên Îraqê kirin û got ku eger mifah ji bêhêziya hikûmeta Malikî  wergirin, em dê pêşiya wan bigrin. Navbirî herweha got ku wan ertêşeke yek milyon kesî heye û alîgirê Wîlayeta Feqîh in.


Please follow and like us:

Ji bo hevalên xwejî nivîsê parve bike