Arşîv

Amîne Îqtidar: “Vegeriyana hêzên pêşmergên PDKÎ bo ser sînor û…….

 

5 navxweyî Kurdistanê, pir ez kêfxweş kirim û hêvî dikim ku berdewam bin”.

 

H: Jîla Muste’icir

Bi dirêjahiya dîroka serhildan û berxwedana Kurdan bo mafên xwe ên mirovî û netewî, hertim û di her qonaxekê de hinek kes çi jin çi mêr, hebûne ku serbarê temenê xwe yê kêm, xwediyê mêjî û eqil û metnalîteyeke mezintir ji temenê xwe bûne, û karîne ku di temenê xwe yê kêm de beşdariyê di karên mezintir ji xwe de bikin.

 

Amîne Îqtidar jî yek ji wan jinan e ku di temeneke kêm de hest bi kêmasî û bindestî û evdaliya gelê xwe kiriye, û her di temenê kêm de mil daye ber giraniya xebata netewî û, tevlî şoreşa Kurdî bûye, da ku karîbe di vê erkê pîroz û netewî de roleke erênî bilîze.

Amîne Îqtidar keça Mele Mehmûd Îqtidar, sala 1975’an(1354) li bajarê Pîranşarê hatiye dinê.

 

Amîne Îqtidar derheq bi nasyariya xwe tevî PDKÎ û herweha jiyana xwe ya hevpar di nava PDKÎ de, weha dipeyve: “Bi sedema vê ku wî çaxî pêşmergên Hizba Demokrat di hundirê Kurdistanê de û di derdora bajarê Pîranşarê de çalakiyên siyasî û teşkîlatî û leşkirî dimeşandin û min didîtin, di zarokatiyê de min ji Hizba Demokrat û pêşmerge hez dikir, lewra di temenê 16 saliyê de min bername û pêrewa hundirîn a Yekîtiya Jinên Demokrat ên Kurdistan Îranê xwend û piştre weke alîgirê Yekîtiya jinan dest bi çalakiyên xwe ên siyasî kir.

 

Piştî 2 salan û dema temenê min gehîşt 18 saliyê, weke endama fermî a PDKÎ hatim wergirtin, û sazimandan, û min dest bi xebatê kir. Piştî çend salan berdewamiya min li ser karê hizbî û siyasî, hez û evîndariya min ji Kurd û Kurdistanê re, karekî weha kir ku biryara zewaca bi pêşmerge re bidim, û di sala 1995’an (1374) tevî pêşmergeyê PDKÎ “Zorar Xizrî” min jiyana hevpar ava kir û berhema jiyan me jî 5 zarok in bi navên Ferheng, Hewşîn, Hêşû, peyam û Şahîn”.

 

Amîne Îqtidar roja herî xweş a jiyana xwe weha tîne ziman û dibêje: “Vegeriyana hêzên pêşmergên PDKÎ bo ser sînor û navxweyî Kurdistanê, pir ez kêfxweş kirim û hêvî dikim ku berdewam bin da ku xwîna şehîdên me bi xisar neçe, lê roja herî xweş a jiyana min roja vebûna TISHK TV bû di sala 2006’an (1385) de. Em li Nawenda 3 bi qasekî kêfxweş bûn ku pêşmerge û endam û alîgirên PDKÎ Şîrînî belav dikirin û govend digêran”.

 

Amîne Îqtidar herweha rojên herî nexweş ên jiyana xwe weh ji Agiriyê re bas dike: “Bi dirêjahiya xebata çekdarî û jiyana xwe ya siyasî, min rojên nexweş pir dîtin, dema pêşmerge û hevçeperek me şehîd diket em pir dilgiran dibûn, lê roja herî nexweş rojên şehîdkirina Dr.Qasimlo û Dr. Şerefkendî bûn, ku di heyameke kêm de û bi dû hev re hatine encamdan û bo heyameke kêm xelkê me aciz û dilgiran kir. Lê bi xweşî ve û berevajî nêrîna dijminê me, morala pêşmerge kêm nebû, û heya pitir ji berê bona gihîştin bi armancên xwe, em ketin nav xebat û tekoşînê de”.

 

Amîne Îqtidar rû li jin û keçên Kurdistanê dike û bi vê gotinê dawiyê bi hevpeyvîna xwe tîne: “Daxwaza min ji jin û keç û dayîkên Kurdistanê ev e ku, li ser xebat û rêya gihîştin bi hêviyên xwe berdewam bin, û hevrê û piştevanê hevjînên xwe bin, û herweha daxwaza min ji keçên me ên Kurd li Kurdistanê ev e ku, heya dikarin xwendinê bidomînin da ku pêşerojeke geş bo welatê xwe misoger bikin”.

 

 


Please follow and like us:

Ji bo hevalên xwejî nivîsê parve bike