Arşîv

Gewher Şêrxanî: “Rojên herî xweş ên jiyana min ew roj bûn ku ez pêşmerge bûm û em vedigeriyan nava xelkê xwe li Kurdistana Rojhilat”.

H: Jîla Muste’icir

 

 

Zaf in ew keç û xortên Kurd ên ku her di zarokatiya xwe de û bi sedema têkiliyên malbata xwe tevî şoreş û berxwedana netewî û rizgarîxwaziya gelê xwe, gellek zû şoreş û pêşmerge û çeka şeref a pêşmergatiyê nas dikin û, her di temeneke kêm de xwe ji şanaziya hilgirtina vê çekê bê par û bê pişik nakin.

 

Gewher Şêrxanî jî yek ji wan şêre jinên Kurdistanê ye ku xwediyê malbatek nîştimanperwer û dilsoz e û, her eva jî bûye sedem ku di zarokiyê de tevlî refên pêşmergên PDKÎ bibe û bi salan, serbarê erkê hevjînî û dayîkatiyê, weke pêşmerge jî xebitiye.

 

Gewher Şêrxanî keça Qasim, sala 1972’an (1351) li gundê Maswê ya ser bi bajarê Nexedê hatiye dinê.

Gewher Şêrxanî nasiyariya xwe tevî PDKÎ û herweha çawaniya pêkanîna jiyana xwe ya hevpar di nava refên Hizba Demokrat de weha dixe ber bas: “Bi sedema vê ku PDKÎ xebata çekdarî dikir û herdem pêşmerge di herêmên Kurdistanê de digeriyan, her di dema zarokatiyê de min PDKÎ nas dikir û, herweha xaleke min jî bi navê “Omer Mamlê” pêşmergê PDKÎ bû û di sala 1983’an de (1362) hate şehîdkirin. Lê sala 1987’an(1366), dema ku ez bûm pêşmerge û li Fêrgeha Siysî- Nizamî de min bername û peyrewa hundirîn a PDKÎ xwand, min PDKÎ bi başî nas kir û domandina rêya şehîdên Demokrat min girte pêşiya xwe. Piştî du salan pêşmergatiyê û di sala 1989’an de(1368) min biryar da ku tevî kadrê Hizbê Rehîm Mengorî jiyana hevpar pêk bînim û berhema jiyana me jî çar zarok in bi navên Hejîr, Hana, Huner û Hewrîn”.

 

Gewher Şêrxanî piştî derbazkirina salên pirr ji zehmetî û talî yê pêşmergatiyê, çavnihêriyên xwe ji PDKÎ û hevjînê xwe weha tîne ziman û dibêje: “Min niha tu çavnihêriyek ji partiya xwe nine, tenê tenê daxwaza min ev e ku rêz û hurmetê ji wan kesan re danên, ku di nava partiyê de xebat kirine. Lê dema Kurdistana me azad bû û em serbest vegeriyan welatê xwe, wî çaxî min wê gellek çavnihêrî hebin. Bê guman çavnihêriya min ji hevjînê min jî, her rêz û hurmeta di navbera me de ye, ku bi xweşî ve ew jî di navbera me de zaf e. Jiber ku hekî rêz û xweşteviya Hizba Demokrat û hevjînê min neba, min nedikarî ku heya niha li nava PDKÎ û di awareyîyê de bimînim”.

 

Gewher Şêrxanî roja herî xweş a jiyana xwe weha tîne ziman û dibêje: “Rojên herî xweş ên jiyana min ew roj bûn ku ez pêşmerge bûm û em vedigeriyan nava xelkê xwe li Kurdistana Rojhilat. Dema xelkê em didîtin, dihatin pêşwaziya me û rêz ji me digirtin û xwerin ji me re amade dikirin, û alîkariya pêşmerge dikirin. Birastî xelkê Kurdistanê moral didane hêza pêşmerge. Serbarê hemû zehmetî û astengên ser rêya pêşmergatiyê, xelkê Kurdistanê karekî wisa dikirin ku em hewlên zêdetir ji bîr û baweriyên xwe re bidin”.

 

Gewher Şêrxanî herweha rojên herî nexweş ên jiyana xwe weha ji Agiriyê re bas dike: “Di nava şoreşê de rojên ne xweş pirr in, lê roja herî nexweş roja veqetiyana hevalên me yên berê bû ji refên PDKΔ.

 

Gewher Şêrxanî rû li keç û dayîk û jinên Kurdistanê dike û bi vê gotinê dawiyê bi hevpeyvîna xwe tîne: “Di mekteba PDKÎ de, ez hînî gellek tiştan bûm, çav û guhên min hatin vekirin, lewra ez ji keç û jin û dayîkên Kurdistanê re dibêjim ku, hewla vê yekê bidin ku xwe di warê hizr û raman de dewlemend bikin, û zulm û zoriya li ser xwe rakin. Jiber ku bi dirêjahiya dîrokê zulm li jina Kurd hatiye kirin. Lewra ez daxwazê ji wan dikim ku hewla xwendinê bidin, jiber ku her çi qas zêdetir bixwînin, zêdetir wê bikarin xizmeta netewa xwe bikin û mafên xwe bistînin”.5


Please follow and like us:

Ji bo hevalên xwejî nivîsê parve bike