Arşîv

CHP û HDP li dijî biryara herêmên ewleh derketin

1

 

Piştî destpêkirina şerê PKK’ê û Artêşa Tirkiyê li gorî amarên fermî heta niha li 13 bajarên Barkura Kurdistanê bi giştî 28 herêm weke heremên ewleh hatine destnîşankirin, û hatûçûya wan hereman jî hatiye qedexe kirin. Biryarên herêmên ewleh ji aliyê waliyan ve tê dan û dijber jî vê yekê rexne dikin.

 

 

Parlamenterê HDP’ê Ayhan Geverî ji Rûdawê re diyar kir ku heremên ewleh di xizmeta parastina jiyana hemwelatiyan de nîne û çareserî jî  destpêkirina danûstandinan e.

 

Ji aliyê din ve CHP jî di wê baweriyê de ye ku navendên ku hemwelatî lê dijîn, nabe ku weke heremên ewleh û qedexe bêne ragehandin. CHP’ê amaje kir qedexekirina zozanan dê bibe astengeke mezin li pêşiya debara hemwelatiyan.

 

Her çend şer û pevçûnên di navbera gerîlayên PKK’ê û hêzên dewletê de li kolanan berdewam be jî, ji aliyê hikûmetê ve hatûçûya gellek zozan û çiyayên Kurdistanê hatiye qedexekirin. Yasaya leşkerî rê dide ku di demên operasyonan de heta 6 mehan şûnek bê qedexe kirin û weke herêma ewleh bê ragehandin. Rûdaw

 

 


Please follow and like us:

Ji bo hevalên xwejî nivîsê parve bike