Arşîv

Sê karbidestên Komara Îslamî a Îranê bi tawan sîxoriyê hatin girtin


jasosijm2-jWezareta navxwe ya Îspanyayê di daxûyaniyekê de ragehand ku, sê kes bi tawana sîxorî li ser dijberên Komara Îslamî a Îranê, li bajarê “Torlawga” a ser bi Madrîdê hatin destbiserkirin ku yek ji wan girtiyan karmendê balyozxaneya Îranê li wî welatî ye.

Karbidestên Îspanyayê eşkere kirin ku wan sê kesan destê xwe xistibûn nav karê rêxistinek navdewletî ku alîkariya penaberan dike û bi vî awayî zanyarî derheq dijberên Komara Îslamî, wate ên ku penaber in li Îspanyayê de kom dikirin.

Îspanyayê herweha ragehand ku eva tîmek sîxorî ye ku ji aliyê servîsa îtilaatî a Komara Îslamî a Îranê ve, di baregehek balyozxaneya Îranê lî Madrîdê dihatin rêberîkirin.


Please follow and like us:

Ji bo hevalên xwejî nivîsê parve bike