Arşîv

Rojnamegerî di Rojavaya Kurdistanê de

7

Piştî rojnameya “Kurdistan”, ku di 22’ê Nîsana 1898’an de, li ser destê Mîr Miqdad Midhet Bedirxan, li Qahîreyê derket, rojnamegeriya kurdî li Rojavaya Kurdistanê ji Kovara Hawarê dest pê kir.

 

Li Rojavaya Kurdistanê jî hejmarek ji kovar û rojnameyên kurdî derketin, li gel wan jî di van çend salên dawiyê de malper, radyo û televizyon ketin warê ragihandina kurdî de.

Di 15’ê Gulana 1932’an de, Kovara “HAWAR” ji aliyê Mîr Celadet Bedirxan ve, li Şamê derket. 57 hejmar jê derketin, û di 15’ê Tebaxa 1943’an de rawestiya.

 

1’ê Nîsana 1942’an, Kovara “RONAHΔ ji aliyê Mîr Celadet Bedirxan ve, li Şamê derket. 28 hijmar jê derketin. Adara 1945’an ew kovar rawestiya.

Yekemîn car bû, di dîroka rojnamegeriya kurdî de, ku kovareke kurdî bi wêne tê weşandin. 3’ê Gulana 1943’an Kamîran Bedirxan rojnameya “ROJA NÛ” li Beyrûta paytexta Lubnanê derxist. 73 hejmar jê derketin.

 

27’ê Gulana 1946’an “ROJA Nû” rawestiya. Rojnameyên ku ji aliyê Bedirxaniyan ve derketin mizgîniya damezirandina rojnamegeriya kurdî bûn. Herwiha ew şoreşeke serketî bû, di ziman, wêje, rewşenbîrî û rojnamegeriya kurdî de. Dîzayn û derhênana wan jî, li gorî pîvanên cîhanî yên wê serdemê bûn, ku tevî astengiyan, ew bi awayekî ciwan û bi rêkûpêk derdiketin.

 

Derbarê dîroka rojnamegeriya kurdî li Rojavaya Kurdistanê, nerînên cuda hene, ku her nivîskar û şirovekarek vê rojnamegeriyê bi awayekî dinirxîne.

Hin dibînin ku rojnamegeriya kurdî, piştî qonaxa Bedirxaniyan, di warê parastina zimanê kurdî de, xwedî bandoreke erênî bû. Nivşekî din dibîne ku bandora vê rojnamegeriyê li ser zimanê kurdî bi awayekî nerênî bû, bi taybetê ku ev rojnamegerî, piştî vê qonaxê, bi zimanê erebî derket.

 

Bi damezrandina yekemîn partiya siyasî ya kurdî li Sûriyê, rojnameya vê partiyê, sala 1958’an bi navê “DENGÊ KURD” derket. Bi sedema girtina serkirdeyên vê Partiyê, sala 1960’an, rojnameya “DENGÊ KURD” rawestiya, lê bi giştî ev rojname, bi nerîna hin çavdêran, ne li gorî pîvanên rojnamegeriyê bû.

 

Pûşpera 1968’an Kovara “GULISTAN” li ser destê Seydayê Cegerxwîn hate desrxistin.

 

Sala 1979’an, yekem hejmara kovara “Gelawêj” derket, lê bi sedema parçebûna El-Partî, “Gelawêj” bû du “Gelawêj”. Bi wateya ku bandora rewşa siyasî li ser rewşa rojnamegeriyê hebû.

Lê ji aliyekî din ve jî, li gorî çavdêran, bandora rojnamegeriyê li ser rewşa siyasî hebû. Adara 1983 Kovara “STÊR” derket. Sala 1994’an ew kovar rawestiya.

 

Piştî Şoreşa Sûriyê jî rojnamegeriya kurdî li Rojavaya Kurdistanê nikarîbû bi azadî û serbestî berdewam bike.

Adara 1989’an, Kovara “GURZEK GUL” ji aliyê herdu nivîskarên kurd Konê Reş û Ebdulbaqî Huseynî ve derket. Lê Tîrmeha 1991’ê Kovara “ZANÎN” derket.

 

Ligel kêmasiyan jî, rojnamegeriya kurdî bi demê re di pêşketinê de bû.

Sala 1993’an Kovara “PIRS” kete meydana rojnamegeriya kurdî.

Lê her ew jî di heman rewşa rojnamegeriya kurdî de bû, ku astengî û kelem li pêşiya wê hebûn.

 

Hejmarek ji rojname û kovarên din belav bûn, weke kovara “Bihar”, ku tenê 7 hejmar jê derketin û sala 2002’an rawestiya.

 

Kovara “ASO” jî sala 1992’an ji aliyê Siyamend Îbrahîm ve derket.

Kovara “ZEVΔ ku Adara 2001’ê ji aliyê Arşevê Oskan, Mihemed Îsa û Mîdasê Azîzî ve derket. Ew jî gihişte 10 hejmaran, lê sala 2003’an rawestiya.

22’ê Nîsana 2012’an jî Kovara “PÊNÛSA NÛ” derkeket.

 

Ji bilî van nimûneyan, bi dehan kovar, rojname û belavokên kurdî li Rojavaya Kurdistanê peyda bûn, herwiha malper û sayt jî ligel hin dezgehên radyoyê, roleke wan a berçav di vî warî de hebû.

Gelê Kurd li Rojavaya Kurdistanê çavnihêr e ku rojnamegeriya kurdî bi rastî bibe desthilata çarem ji boyî ku bi rola xwe rabe, û peyama xwe bigihîne berdengên xwe.

 

Çavkanî: Malpera Rûdaw

 


Please follow and like us:

Ji bo hevalên xwejî nivîsê parve bike