Arşîv

Wesiyeta Yaşar Kemal

1

 

Nivîskarê navdar ê kurd Yaşar Kemal, beriya çend mehan peyamek pêşkêşî xwînerên pirtûkên xwe kir.

Ev peyama Yaşar Kemal meha Mijdarê di merasîmekê li zanîngeha Bîlgê ya Stenbolê de, bi boneya bexşîna diktoraya fexrî hate xwendin, ku ew bi xwe ji ber nexweşiyê nikarîbû beşdar be.

Yaşar Kemal di wê peyamê de ku wekî wesiyetekê bo xwînerên wî tê dîtin, wiha dibêje: “Kesê ku pirtûkên min dixwîne, nabe xelkê bikuje, divê bibe dijminê şer. Divê li dijî biçûkirina mirovan ji aliyê mirovan bisekine. Nabe kes birayê xwe ji xwe kêmtir bibîne, û hewl bo nemana wî bide. Nabe rê bidin wan dewlet û hikûmetên ku hewla jinavbirina mirovan didin.”

Di beşeke din ji peyama Yaşar Kemal de hatiye gotin: “Bila xwînerên min zanibin ku ew kesên hewla têkbirina kultûran didin, çand û kultûra xwe ji dest dane.”

Herwiha Yaşar Kemal daxwaz ji xwînerên xwe dike ku destê xwe bidin hejar û feqîran û wiha dibêje: “Ew kesên ku pirtûkên min dixwînin, bila alîkariya hejaran bikin. Hejarî ji hemû mirovatiyê re şerm e. Xwînerên min divê xwe ji hemû sîfeteke xerab paqij bikin.”

Nivîskarê navdarê kurd Yaşar Kemal, ku demek dirêj bû nexweş bû, li bajarê Stenbolê jiyana xwe ji dest da.

 

 

 


Please follow and like us:

Ji bo hevalên xwejî nivîsê parve bike