Arşîv

Ziman

2

 

 

Nahîd Husênî

Tu neteweyek û tu kulturek bi bê fakterên sereke yên şunasa xwe, zindî namîne, û kêm ninin ew neteweyên ku bi sedema neman û heliyana fakterên pêkhînerê wê şunasê, bi xwe jî di dirêjahiya dîrokê de hatine helandin, û heya navek jî ji wan nemaye.

 

UNSCO’ê wekî rêkxirawa herî girîng a kulturî ya cîhanê, di vê derheqê de ragehandiye ku ji koma 6 hezar û heftsed zimanên cîhanê nizîk bi nîva wan ji nav diçine.

 

Lewra ew rêkxistin û hinek ji rêkxistinên din xwazyarê parastin, û zindîkirina zimanê daykî yê neteweyan in di hemû cîhanê de.

 

Her ji bo girîngîdan bi vê arîşeya cîhanî roja 21’ê Şibatê wekî “Roja Cîhanî ya Zimanê Dayîkê” bi nav kiriye.

 

Zimanê daykî wate ew ziman e ku zarok piştî jidayîkbûnê, wekî yekemîn ziman guhdar dibe, û pê diaxive, û ji riya vî zimanî ve digel malbat û civakê pêwendiyê digre.

 

Man û geşekirina her zimanekî jî hevdem digel vê ku erka li ser milê deshilat û hikûmetê ye, erkeke girîng û berpirsayetiyeke mezin ya malbatê jî tê hesibandin.

 

Neteweya Kurd heya îro rojê jî serbarê hemû hewlên deshilata serberedayî û dîktator bi ser vê av û xakê de, bi hişyarî ve digel vê mijarê serederî kiriye.

 

Hekî em avirekê li hewlên deshilatên zal bi ser nîştimana Kurdan de bidin, man û vegeşîna ziman û kultura Kurdewarî derencama xebateke dirêjheyam ya vê neteweya mexdûr e, ji bo man û parastina behayên neteweyî.

 

Xebatek ku gellek qurbanî hilgirtiye, û heya wê roja ku ew ziman bi fermî bê nasîn, wê her qurbanî jê re bê dayîn, ji ber ku bo nasîna neteweyekê û şunasên neteweyî yên wê, pêwîst e ku em tuxmên pêkhînerê vê şunasê jî binasin, û parêzgariyê, lê bikin. Bi taybetî bo me Kurdan, nasîna pêkhateya şûnasa neteweyî bi armanca bergirîkirin û parastin û nûjenkirina wê, xebateke bê rawestiyan dixcwaze.

 


Please follow and like us:

Ji bo hevalên xwejî nivîsê parve bike