Arşîv

Berdewamiya bêrêzî û sivikatiya pilandarêtî ya li dijî neteweya Kurd li Îranê

5

 

 

Arif Vêlzî

 

 

 

Dîroka pirr ji evrazû nişva gelê Kurd serbarê girtin û kuştin û ketine pey ya dagîrkarên Kurdistan, her tim tejî bûye ji xebat û qurbanîdanê.

 

Hekî em gellek paşve venegrin, û her ji sedsala borî ve li vê dîrokê binêrin, em dibînin ku rast e, li her çar beşên Kurdistanê de, hevdem çar dewletên dagîrkar û xwediyê cîhanbîniya curbicur û carna dij bi hev, ku hertim kêşe û nakokiyeke zaf di navbera wan de hebûye, lê ew xala ku ne tenê ciyê nakokiyê di navbera wan de nebûye, û hertim xala li hevdu nêzîkkirina van çar dewletan bûye, pirsa neteweya Kurd bûye.

 

Her di vê rastyê de, û bo kêmkirina nifûsê, berevajînîşandana dîrokê, helandina şûnasa neteweyî, û helandina ferhengî ya gelê Kurd, wan çar dewletan dev ji tu helwke şovînî bernedane, û bi awayekî sîstematîk û di demên curbicur de, dest bi girtin û qirkirina vê neteweya hejar û bê deretan kirine.

 

Mînaka herî berçav ya van hewlan eva ye ku xeynî komkujî û kîmyabaran û enfal û jînosayda gelê Kurd bi armanca jinavbirina şûnasa neteweyî û kêmkirina nifûsa vê neteweyê, koçpêkirina bi zorî di her çar beşên Kurdistanê ku di Kurdistana Başûr û Rojava bi siyaseta Te’rîb, û di Kurdistana Rojhilat bi dûrxistina Kurdan bo cihên curbicur wekî Xurasan û herêmên din ên Îranê, û herwisa dûrxistina Kurdên Kurdistana Bakûr bo cihên curbicur ên Tirkiyê û heya derveyî sînorên vî welatî hatiye kirin, hewleke din ya metirsîdar e ji bo guherêna demografiyay Kurdistanê.

 

Welatên dagîrker ên Kuyrdistanê û serveyî hemiya Komara Kurdistana Îranê ku niha bi ser Kurdistana Îranê de deshilatdariyê dikin, yek ji wan welatan e ku bi dîroka hatina ser kar ya xwe gelek hovane dijayetiya gelê Kurd kiriye, û serbarê girtin û kuştin û teror û toqandina Kurdan di Îranê de, wekî stratejiya dirêjheyam û bi awayekî micid hewla helandina Kurdan di warê çandî û dîrokî bi awayekî yekcarî daye.

 

Deshilata nawendxwaz ya Komara Îslamiya Îranê ji bo birêvebirina vê siyaseta dijî mirovî ya xwe di raserî Îranê de û sepandina çand û kutur û zimanê neteweya Fars nawendên perwerdehî û hînkirinê ya zarokan û herwisa rêkxirawên ser bi dezgehên ewlekariyê û ji hemiyan giringtir kanalên parêzgehan yên radyo û televîzyonan, û bi dehan metodên din girtine pêşiya xwe, da ku piroseya helandina neteweyên Îranê bigehîne armanca xwe.

 

Hekî em jê hûr bin, em dibînin ku her di dema hilbijartinan de, û bi taybetî dawî hilbijartina serkomariyê di Îranê de, di pêvajoya bangeşeya hilbijartina de, Hesen Rûhanî muhreyê destnîşankirî ê rejîmê qewl û soza damezrandina Ferhengistana Kurdî li Kirmaşan, û Ferhengistana Tirkî li Tewrêzê, û gellek sozên din dane gelên Îranê, û mixabin eva jî bû sedema vê ku hinek xelkê sade piştevaniyê ji wan bi nav hilbijartinên rejîmê bikin, lê piştre eşkere bû ku eva tenê taktîka hilbijartinê bo komkirina dengan, û piştre jî tewahiya qewl û soz hatin jibîrkirin, û cardin dest kirin bi siyaseta sivikatiya çandî ya gelên Îranê, û li serveyî hemiyan gelê Kurd.

 

Siyaseta herî nû ya Komara Îslamiya Îranê di vê derheqê de, di çend rojên borî de xwe derxist û me dît ku çend caran serbarê bê hurmetîkirin bi kesayetî û hêma û pîroziyên neteweya kurd bi hemû awayekî û ji riya nawendên ewlekariyê ve, rêgirî ji her cure çalakiyeke kulturî û çandî û neteweyî di Kurdistanê de tê kirin.

 

Mînaka herî berçav ya van êrîş û bê hurmetiyan, nawendên deng û rengê Mehabad û Îlamê bûn ku ji riya rapirsiyeke armancdar ya deng û rengê Mehabadê, hunermendê mezin yê gelê Kurd Hesen Zîrek bi du stranbêjên Farsziman re xistin pêşberî hevdu, ku vê yekê jî bêzarî û girevgirtina xelkê herêmê li pey xwe hebû. Ji aliyekî din ve nawenda deng û reng ya Îlamê bû ku di şanoyekê de bi awayekî berfireh bê hurmetî bi ziman û kinc û çanda dewlemend ya Kurd kir, ku yek ji çandên herî dewlemend yên herêmê ye.

 

Ya eva ku malperên înternêtî yên ser bi rejîmê di çend rojên borî de bi awayê sîstematîk li ser torên civakî êrîş kirin ser pîroziyên Kurdên peyrewê ayîna Yarsan, ya eva ku di Kirmaşanê de rêgirî ji çalakiya ferhengî ya çend çalakan kirin ku bi alîkariya xelkê herêmê dixwastin hewla komkirina peyv û çîrok û pendên pêşînan di vê herêmê de bidin û ji metirsiya jinavçûnê wan peyvan rizgar bikin.

 

Lewra bi berçavgirtina rewşa ewlehî û milîtarîzekirî ya Kirdistanê, û herwisa nebûn û nedana derfeta vegeşîna çandî, û kulturî bi xelkê Kurdistanê û hevdem hewldan bo sivikatiya çandî,neteweyî û ayînî ya gelê Kurd, ew erka dîrokî dikeve ser milê çalakên çandî û civakî di navxwe de, û partiyên siyasî û neteweyî ên vê para Kurdistanê ku bi hewlên bê rawestiyan yên  xwe ji riya medya û torên civakî û heya ji riya rasterast ve, destpêkê de hewla pûçkirin û nezokkirina siyasetên şovînî yên Komara Îslamiya Îranî bidin, û piştre jî di pêxema li ser pê ragirtina çand û kultuira neteweya Kurd li ser hewl û tekoşînan berdewam da bin.

 


Please follow and like us:

Ji bo hevalên xwejî nivîsê parve bike