Arşîv

Kurtefîlma “Mal û Kilîd” ya Şivan Etûf li Îtaliyayê jî xelat stand!

1

 

Şivan Etûf

 

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermend û lîstikvanê navdar ê sînemayê yê Başûra Kurdistanê Şivan Etûf, xelata taybet a Jûrî ya Festîvala Navdewletî ya “Fiatî Cortî” ya Îtaliyayê bidest anî.

 

Lîstikvanê sînemayê Şivan Etûf vê carê ne ji ber lîstikvaniyê lê ji ber derhêneriyê xelat stand.

 

Kurtefîlma Şivan Etûf a bi navê “Mal û Kilîd” di Festîvala Navdewletî ya Fiatî Cortî ya Îtaliyayê de ku li bajarê Venîzê yê wî welatî hat lidarxistin, hêjayî xelata taybet a Jûrî hat dîtin.

 

Şeva 7’ê vê mehê, dema Şivan Etûf çû ser dikê ji bo wergirtina xelata xwe, wêneyên li ser tîşirta xwe nîşanî beşdaran da û got: yek ji van Gerîla û yê din jî Pêşmerge ye ku li Kobanî ji bo azadiya hemû cîhanê şer dikin.

 

Etûf di berdewamiya gotinên xwe de wiha axivî: “Dê rojek were ku ev mala kurd a bê kilît serbixwe be, hûn dê bi ala serbixwe ya Kurdistanê derbasî nav bibin.”

 

 


Please follow and like us:

Ji bo hevalên xwejî nivîsê parve bike