Arşîv

Komkujiya kurdan di Îranê de

3

Îdrîs Sitwet

 

xelkê kurd bo bidestveanîna daxwazên demokratîk ên xwe salên dûr dirêj û xebata sext û dijwar derbaz kirine, û jiyana xelkê kurd bi giştî tijî ye ji ewraz û nişîw, û kiryarên cergbir û bi taybet piştî bidestvegirtina deshilatê ji aliyê ji aliyê rejîma Komara Îslamiya Îranê ve, tundûtîjî û  komkujî di kurdistanê de gihîşte astek bilind, û rêjîma taze bi desthilat gihiştî bi awayekî sîstematîk û armancdar komkujî li kurdistanê rêkxist, û bi taybet di vê navberê de azadîxwazên kurd ketne ber lehiya agirê çekên tepeserî û kuştinê yên rêjîma Îranê.

 

Her di destpêka bidestvegirtina deshilatê ji aliyê rejîma Komara Îslamiya Îranê ve, di yekem sala xwe de, komkujî di kurdistanê de birêve bir, û her di destpêkê de dixwast dengê dijberên xwe di gevriyê de bifetisîne, û ji bo vî karî jî li destpêkê di kurdistanê de, dest pê kir û piştî heyameke kurt xelkê kurdistanê tûşî şerekî nexwastî kir, û piştre ku ji bo wan derket ku nikare di kurdistanê de dengê neyarên xwe kip bike, her di yekem sala deshilatdariya xwe de hawara xwe bire ber tundûtîjî û komkujiya xelkê sivîl di bajar û gundên kurdistanê de, ku em dikarin amaje bi şerê xwînîn yê bajarê Sine, şerê Nexede, fitwaya xezaya Xomeynî li dijî gelê kurd di 28’ê gelawêja 1358(1979) de derkir, û komkujiya xelkê sivîl ên bajarê Kirmanşan, Pawe, 59 ciwanên Mehabadê, Bane û Urmiyê û bi hezaran cinayetên din bikin ku bi destê cinayetkarên xwe di kurdistanê de encam dane.

 

Yek ji wan komkujiyên rêjîma komara Îslamî di kurdistanê de li 11’ê Xermanana 1358’an (1979) li gundê Qarnê ruda, ku li pênc kîlometriya bajarê Nexedê hilketiye, û ser bi parêzgeha Urmiyê ye. Rejîma Îranê di demjimêr 1’ê nîvro bi êrîşeke hovane rijiyane nav gundê Qarnê û bê rehmane xelkê sivîl û bê tawan ên vî gundî bi jin û zarok û pîr û ciwanan ve dane ber gulleyan, û li ser hev 68 kes şehîd kirin, û heya rehm bi melayê gund jî nekirin.

 

Melayê gund bi navê mela Mehmûd di demekê de ku kitêba Quranê di destan de bû, ber bi pêşwaziya wan ve çû û lahî li wan kirin, ku xelk bê tawan in, lê wan melayê gund kuştin, û serê wî jê kirin, û bi xwe re birin. Cinayeta rejîmê di vî gundî de bi awayekî bûye ku kêm kes dikarin di gel wan kesan ku di van gundan de mane, qise bikin û guhên xwe bidin wan, lê ji bêrehmî û cinayetên rejîma Îranê matmayî nemînin.

 

Serbarê vê hemû komkujiya ku li ser xelkê sivîl di Kurdistanê de bi rêve diçû, lê berdewam îdamên bi kom jî di girtîgehan de hebûn, ku bi bê dadgehîkirin bi rêve diçûn.

 

Ew îdamên bi kom ku Komara Îslamî di Kurdistanê de encam dane, em dikarin qala kuştara bi kom ya girtiyên girtîgeha Dîzelabad ya Kirmaşanê li Havîna sala 1979’an (28-29.05.1358)’an kuştara bi kom ya girtiyên Sine li dawiya Havîna sala 1979’an (04-07.06.1358) kuştara bi kom ya girtiyên bajarê Seqizê li Buhara 1979 (02.02.1358), û herwisa li meha Septambera 1979, û piştre jî li Zivistana 1980’an (09.11.1358) û kuştara Qarnê li Havîna 1979’an (11.06.1358), kuştara gundê Qelatan li Buhara sala 1980, (06.01.1359) kuştara bi kom ya gundê Bayîzaxa li Payîza sala 1981 (18.08.1360), kuştara kedkarên kûreya kelpîçan ya Saroqamîşê li dawiya Havîna 1981’an (23.06.1360) kuştara bi kom ya gundê Qeregol ya Mehabadê li Zivistana 1983’an (06.11.1361) kuştara bi kom ya gundê Sewzî, û kuştara bi kom ya gundên Dîlançerx, Koyikan, Kehrîzeya Şikakan, Yonisliyan li Nexedê, kuştara bi kom ya gundên Dêmesûr, Ce’fer awa, Mercan awa li Mehabadê, ku li Zivistana Zivistana 1983’an (25.12.1361) hatin encamdan, û kuştara bi kom ya gundên Heleqoş, û Gêçê li Urmiyê ku li Buhara 1982  (03.01.1361)’an de hatin encamdan, kuştara bi kom ya gundên Çeqel Mistefa, Xelîfelyan, û Gorxane li Buhara 1983(05.01.1362), kuştara bi kom ya gundên Cibraîlawa û Gundewêlle li 23.06.1362 (1983), kuştara bi kom ya 59 ciwanên Mehabadê li Buhara 1984 (12.03.1363), û çendîn komkujiyên din bikin, bi awayekî ku ji salên 1358- 1362 (1979-1983) zêdetir ji 14 êrîş bona komkujiyan di Kurdistanê de hatin encamdayîn.

 

Komkujiya herî zêde ya girtiyan di salên  1981(1360), 1982(1361), 1983(1362), 1984(1363), û 1988(1367)’an de hatiye encamdayîn, ku di sala 1988’an (1367) de, Komara Îslamiya Îranê komkujî li gellek girtîgehên Îranê de encam dan, û bi hezaran girtî di tewahiya girtîgehên Îranê de hatin îdamkirin. Li gorî serjimêriyan di sala 1979-1991’an de 832 kes di Kurdistanê de hatine şehîdkirin.

 

Vê rêjîmê her di destpêka deshilatdariya xwe de pêpkên xwe li ser bingeha kuştarê ava kir, û her di destpêkê de bi kuştara xelkê Kurd bi awayê bi kom, û paktawa regezî û jînosayd û asîmîlasyonê tirs û xof xiste nav dilê xelkê de, û bi hezaran kes ji xelkê bê tawan ê Kurdistanê şehîd kir û bi awayekî ji awayan heya niha jî îdam di nav reşçalên rejîmê de dom heye, û her di dewrana serkomariya Rûhanî û di heyama sala borî de, 687 kes di Îranê de hatine îdamkirin.

 

 

 


Please follow and like us:

Ji bo hevalên xwejî nivîsê parve bike