Arşîv

Roja herî baş ya devjêberdana cixarê roja duşemê ye

2

Rûdaw – Li gorî lêkolîneke nû mirov herî zêde roja duşemê derbarê devjêberdana cixarê de, dixwînin. Lêkoleran encamên lêgerînên înternetê yên di navbera salên 2008 û 2012’ê de berhev kirin û derxistin ku piraniya kesên dixwazin dev ji cixarê berdin, li rojên duşemiyê, di vê derbarê de, hizran dikin. Lêkolîn li ser lêgerînên bi zimanên Îngilîzî, Çînî, Fransî, Rûsî û Îspanî hat pêkanîn.

Di encamê de diyar bû ku mirov roja duşemê ji rojên din bêhtir hez ji devjêberdana cixareyê dike. Di heman demî de diyar bû ku li gorî rojên sêşeman heta yekşeman, rojên duşeman lêgerînên derbarê devjêberdana cixarê, % 25 zêdetir e. Bi vî awayî diyar bû ku mirov dixwazin di destpêka hefteyê de, dev ji cixarê berdin. Ya herî di vê lêkolînê de balkêş jî, ew bû ku di lêgerîna her şeş zimanan de jî encama pileya hezkirina ji devjêberdana cixarê ya roja duşeman nêzîkî hev in.

 


Please follow and like us:

Ji bo hevalên xwejî nivîsê parve bike