Arşîv

Xamineyî: Eger me niyeta çêkirina çeka Etomî heba, Amerîka nedikarî bibe asteng li pêşiya me

xameneiRêberê Komara Îslamî got:“Îran naxwaze çekên Etomî çêke”.
Elî Xamineyî, rêberê Komara Îslamî a Îranê agot ku eger Îranê niyeta çêkirina çekên Etomî heba, Amerîka bi tu awayekî nedikarî pêşiya me bigire.
Xamineyî serast kir û got ku Îranê niyeta çêkirina çekên navikî nîne û ew biryare jî ji ber nerazîbûna Amerîka nîne, ji ber ku em li ser vê baweriyê ne ku çekên navikî bi cinayet li dijî beşeriyetê dizanîn.
Xamineyî got ku bi hizra wî, dijberên çalakiyên navikî ên Îranê, dixwazin bibne asteng li ser rêya mehandinaoranyomê bona mifahwergirtin aştiyane ji têhna navikî.
Wî rayedarên Amerîkayê nementiqî, xwediyê gotinên dijbihev û moralek zordarane binav kir û got:” Amerîkayê” çavnihêrî heye ku hemî aliyek teslîmî gotinên nementiqî û zordarî ên wan bi, lê netewa Îranê û nizama Komara Îslamî teslîmî wan nabe.

 


Please follow and like us:

Ji bo hevalên xwejî nivîsê parve bike