Arşîv

Komîteyek bi beşdariya hejmarek ji kesayetiyên pawanxaz bi merema kontrolkirina nizamê ava bû

Li gor zanyariyan, berpirsatiya birêvebirina vê komîteyê Mocteba û Mêysem, du kurên Elî Xamineyî rêberê komara îslamî a Îranê ne.

Komîteya han hevdem digel zêdebûna aloziyên navbera bingehxwazên (usûlgerayên) zal bi ser Îranê de pêk hatiye. Hijmarek ji kesayetiyên nêzîk ji Xamineyî û herweha wezîrên derkirî ji dewleta Ehmedînijad, endamên wê komîteyê pêk tînin.
Pêkanîna komîteya han di demekê de bû ku, hijmarek ji wezîrên berê di nameyekê de daxwaza pêkanîna nawendekê bona kontrolkirin û birêvebirina karûbarên welat heya hilbijartina sala dahatî ya serkomariyê ji Xamineyî kiribûn.
Rojnameya dewletî ya Îranê, ragehand ku Menûçêhr Motekî û Mistefa Pûrmihemedî wezîrê derve yê dewleta pêşîn, wajokerê namê ne.
Malpera Elerebiye ragehand ku Komîteya han erkdar e ku di destpêkê de bona rêgirtin ji dexelkariyan di hilbijartina serkomarî ya dahatî ji aliyê dewleta Ehmedînijad ve, hewil bide. Piştre hekî berbijarekê diyarîkirî yê Ehmedînijad serketin di hilbijartinê de bi dest anî, komîteya han serbarê kontrolkirina wî,hewla goherîna nîzama hikûmetî ji serokatiyê bo parlemaniyê bide .

 


Please follow and like us:

Ji bo hevalên xwejî nivîsê parve bike