Arşîv

Şêx Seîdê Pîran

Di dawiya salla 1922’an ku Ataturk deshilat bidestve girtibû, du kesayetiyên naskirî bi navênYusif Ziya nûnerê xelkê Bitlîsê û serheng Xalid Bêyg nûnerê xelkê Cebran, komîteyek li jêr navê Komeleya serxwebûna Kurd li bajarê Erzroromê pêk anîn, û tayên vê komîteyê li bajarên din de jî hatin avakirin. Piştre Îhsan Nûrî paşa ku jineraleke erteşê bû û pileya efserî hebû, çû nav refa vê komîteyê.herweha ji kesayetiyên mesebî jî Şêx Seîdê Pîran, Şêx Şerîf Palo û Şêx Ebdulla Melekan bi vê komîteyê ve zêde bûn û dest bi komkirina hêz û rakêşana kesên naskirî wek serikeşîr û kesên olî bo nav vê komîteyê de kirin.
Di dema hewl û tekoşîna bo destpêkirina şoreşê, Seyîd Ziya û serheng Xalid Bêyg ji avakerên vê komîteyê hatin destbiserkirin û li 14’ê Şibata sala 1925’an de Şêx Seîdê Pîran herêma rizgarkirê ya Darhîn wek paytextê demî ê Kurdistanê ragehand û bi vî awayî şoreşê bi awayek fermî dest pêkir, û di heyamê mehekê de karîn yek ji sê a xaka Kurdistana Turkiyê rizgar bikin, û bajarê Diyarbekir jî dorpêç bikin, û berv gola Wan û heta bilindahiyên Agirî û heya Bitlîsê jî pêşrewiyê bikin.
Vê şoreşê karî ku di vî heyamê kêm de ew qas deskevtan bi dest bixe, û eva jî bo dewleta Turkiyê şikestek ew qas giran bû ku biryar da tev hêza xwe bi kar bîne bona vê ku dîsan xaka Kurdistanê bêxe jêr lepê xwe de. Lewra hêzeke 80 hezar kesî amade kir û 35 hezar kes ji vê hêzê jîli ser îzna dewleta dewleta Feranse mifah ji riya hesin ya bakûrê Sûriyê wergirtin û ji vê riyê ve bajarê Diyarbekir jî dorpêç kirin û riya bajarê Wanê jî tevî beşa rojhilat û tevî Gola Wanê qut kirin.
Di dawiya meha Xakelêweya sala 1925’an Şêx Seîd û hevalên wî piştî berxwedanek cesûrane mixabin hatin destbiserkirin û Yusêf ziya û serheng Xalid Bêyg bi çend hevalên xwe re hatin bidarvekirin, û heya ên ku pêwendiya wan jî bi şoreşê re nebû, wek Dr. Foad û Ekrem Bêyg û cemîl Paşazade û Tofîq Bêyg di dadgeha leşkerî decezayê bidarvekirinê bi ser wan de hate sepandin, û li ser yek 52 kes hatin bidarvekirin. Berpirsyarên dewleta Turkiyê herweha dest kirin bi çêkirina perwendeyên ajantiyê bo kesayetiyê naskirî û herweha serokê Senaya dewleta Osmanî wate Şêx Ebdulqadir Geylanî û her bi vê tometê jî ew îdam kirin.
Piştî vê hemû kuşt û kuştara Kurdan ji aliyê dewleta Turkiyê ve rewşeke tund ya ewlehiyê bi ser welat de ahte sepandin û piraniya rêkxiraw û heta rojname û kovar hatin daxistin. Her di vê derheqê de berpirsyareke leşkerî ê Birîtanyayê bi navê Armistrang dibêje: “Kurdistan kete nav agir û mêr hatin îşkencekirin û gund hatin şevitandin, û jin û zarok hatin kuştin. Li gorî serjimêriyên netewaw nêzîk bi 2300 gund bi tewahî hatin kavilkirin û 15 hezar kes ji xelkê bê berevan jî hatin kuştin”.
Dewleta Turkiyê bona xapandina xelkê Turk û rakêşana wan bo aliyê xwe digot: “Vê tevgerê reng û rûyê mesebî heye û alîgirên xilafetê û dijberên cudahiya dîn ji dewletê ew tevger hay dane. Herweha armanca vê tevgerê jî avakirina Kurdistaneke serbixwe û parvekirian xaka Turkiyê bûye. Herweha destê Birîtanyayê jî li pişt vê şoreşê bûye”.
Nehro di pirtûka “ Lênihêrînek li dîroka cîhanê” de weha bas ji dewleta Turkiyê dike: “Turkan ku taze bo azadiyê xebat kiribûn, dest bi tepeseriya Kurdan kirin, ku wan Kurdan jî her bo vê azadiyê xebat dikirin. Ecêb e ku çawan nasyonalîzma bergirîkarane diguhere bi nasyonalîzmeke êrîşkarane û xebat bona bidestve anîna azadiyê diguhere bi xebata bo zalbûna bi ser ên din de”.
Herçend ew şoreş weha hovane hate tepeserkirin, lê çêbûna şoreşên din selimandin ku tepeserî û zulm û zordarî herçend hovane jî be, nikare gelê Kurd ji xebata bo gihîştina bi mafên xwe paşve vegerîne û ew şoreş heya niha jî dom heye û hêviya gihîştin bi azadiyê ji her demek din geştir e.

Çavkanî: “Tevgerên neteweyî ên Kurd”

6


Please follow and like us:

Ji bo hevalên xwejî nivîsê parve bike